Li Gundikê Melê dema komkirina kizwanan: Çavkaniya debara me ye
- 09:02 28 Cotmeh 2026
- Ked/Aborî
Neslîhan Kardaş
ŞIRNEX-Li bajaroka Gundikê Melê ya Şirnexê bi hatina payizê re komkirina kizwanan destpê kir. Jinan ji bo komirina kizwanan berê xwe dan çiyan.
Li bajaroka Gundikê Melê ya Şirnexê bi hatina payizê re komkirina kizwanan destpê kir. Darên kizwanê ku di mehên adar û nîsanê de fêkiyan dide, di meha îlon û cotmehê de jî komkirina wê destpê dike. Kizwan ku di şertên zehmet de tên komkirin, çavkaniya debarê ya gund e. Kizwan di çêkirina sabûnê de, kahweyê de tê bikaranîn.
Kizwan di alî hesin, potasyom, kalsiyum, proteîn, vîtamînên A,B, C,E'yê de dewlemend e û her wiha ji bo nexweşiyên weke mîde, pençeşêr, regl û gelekên din baş e. Kizwan ku xwedî taybetiya antîokdisdan e, yek ji dermanê xwezayî ya tipa alternatîf e.
Hatîne Încal ku 9 sal in qehweya menengîçê çêdike, kizwanên ji kontarên çiyayê Cudî kom dike di atolyeya li mala xwe ava kiriye de amade dike û dişîne her derê Tirkiye û Ewropayê.
Hatîce Înal pêvajoya komkirina kizwanan vegot.
Ji gelek astî derbas dibe
Hatîce Înal daxuyakirin ku di şertên zehmet de kizwazan kom dikin û wiha got: “Em ji daran kom dikin dibin malê dişon. Dema şûştinê hebên nebaş em didin aliyekî din. 15-20 rojan em davêjin ber rojê, ziwan dibin. Piştî hişk dibin em difroşin. Yên din em dikin qehwe. Em ji kizwanê kahweyê çêdikin. 9 sal in ez çêdikim. Navê markaya me jî ji çiyayê Cudî tê. Navê wê Cudî ye.”
Gelek tişt ji kizwanê çêdibin
Hatîce Înal destnîşan kir ku ji kizwanê du cure qehwe çêdikin û wiha vegot: “Ya yekemîn wek toz ya din jî wek macûnê ye. Ya wek macûnê em di sêlê de dihewirînin piştre dikin wek macûn û dikin şûşeyan. Ji bilî qehweyê sabûna ji kizwanê jî çêdibe. Ji bilî wê kizwan di gelek xwarinan de jî tê bikaranîn. Ev dar nîmetên pir baş didin me. Em naxwazin darên me bên birîn.”
‘Dar nehiştin’
Hatîce Înal di dawiya axaftina xwe de balkişand ser birîna darên li herêmê û wiha dawî lê anî: “Ji ber birîna daran darên kizwanê jî kêm bûne. Li van çiyan dar nehiştin. Ev rewş bandorê li rewşa me ya aborî dike. Dema em li vir nebînin em diçin ji derve kizwanan digirin. Em bi vê debara xwe dikin. Em kizwanan kom nekin û qehweyê çênekin em nikarin li zarokên xwe binêrin.”







