Li dijî biryara berata gumanbar Mûsa Orhan wê îtîraz bê kirin

  • 09:04 28 Cotmeh 2026
  • Rojane
Rozerîn Gultekîn
 
AMED - Parêzera Îpek Er, Nesrîn Bîlge da zanîn ku wê li dijî biryara beratê ya doza ku gumanbar Mûsa Orhan a ji sûcê ‘ber bi întîxarê ve birin’ dihat darizandin de, nav du hefteyan de li Dadgeha Herêmî ya Amedê îtîraz bikin.
 
Çawîşê pispor yê berê, gumanbar Mûsa Orhan ku destdirêjî li Îpek Er kir û piştre berbi întîxarê ve bir, ji sûcê ‘ber bi întîxarê ve birin', dihat darizandin. Di rûniştina doza ku di 22’yê Cotmehê de li Yekemîn Dadgeha Cezayê Asliyeyê ya Êlihê hat dîtin de heyeta dadgehê der barê gumanbar de biryara beratê da. Dadgehê tevî îfadeyên Îpek Er ên ji bijîşk û hemşîreyan re ragihandibû ya ‘Mûsa ez anîm vê rewşê’ û nameya wê, dadgehê biryara beratê da. Parêzera dozê Nesrîn Bîlge der barê biryarê de axivî.
 
Ji dadgehê biryara ‘cebîr û tehdîd tune ye’
 
Nesrîn Bîlge da zanîn ku gumanbar Mûsa Orhan ji sûcê ‘ êrîşa zayendî’ ceza girtiye û niha dosya li Dadgeha Bilind e. Nesrîn Bîlge daxuyakirin ku gumanbar ji sûcê ‘ber bi întîxarê ve birin’ berat kiriye. Nesrîn Bîlge wiha got: “Dozger di mutalayê de ji xala TCK84\2 daxwaza navbera 4-6 salan de ceza kir lê di encama darizandinê de biryara beratê da. Di biryara dadgehê de hat gotin ku cebîr û tehdîd tuneye û îfadeyeke der barê vê de tuneye û nayê îspatkirin ku ber bi întîxarê ve biriye. Di nameya ku Îpek Er hiştiye de û di îfadeyên şahidan de em tehdîdan dibînin. Lê ev nehatin dîtin û biryara beratê hat dayîn. Ev garabeta hiqûqî ye.”
 
Wê îtîraz bikin
 
Nesrîn Bîlge balkişand ser dijhiqûqiyên di dosyaya Îpek Er de û wiha anî ziman: “Li şûna divê alî û rewşa delîlan bi giştî bihata nirxandin, bi biryara hatiye dayîn tê dîtin ku helwesta dadgehê yekalî ye. Ji encamê tenê kesekî fêde dît. Tevî hemû delîlan gumanbar berat kir. Ev tê wateya ku hiqûqê gumanbar parastiye û yekalî tevgeriyaye. Em ê li dijî biryarê serî li Dadgeha Herêmî ya Amedê bidin.”