Kongra Star Komploya Navneteweyî şermezar kir

  • 14:38 9 Cotmeh 2024
  • Rojane
 
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Meclisa Kongra Star diyar kir ku bidestxistina azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, berpirsyariya gelên Rojhilata Navîn û cîhanê ye û bang li wan kir ku têkoşînê mezin bikin, çalakiyan zêde bikin.
 
Meclisa Kongra Star bi daxuyaniyekê Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan şermezar kir. 
 
Meclisê diyar kir komplo di şexsê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de Gelê Kurd û gelên azadîxwaz ên li Kurdistanê û Rojhilata Navîn, têkiliyên dîrokî yên di navbera wan gelan de hedef girt ji bo ku dewletên komploger projeya Rojhilata Navîn a Mezin ku li gorî berjewendiyên wan ên dagirkirin û firehkirinê ye, pêk bînin.
 
Meclisa destnîşan kir ku komplo bi rêbazeke nû berdewam e ku dewleta Trik a dagirker bi hevkariya hêzên komploger pergala qirkirin û îşkenceyê li dijî  Abdullah Ocalan dimeşînin lê Abdullah Ocalan, bi berxwedana xwe ya dîrokî komplo têk bir û “Îmralî kir kaniya ramanên ji bo hevjiyana azad”.
 
Her wiha meclisê îşaret bi israra gelê herêmê ya domandina berxwedanê û xwedîderketina li ramanên Abdullah Ocalan, projeya neteweya demokratîk, felsefeya "Jin, Jiyan, Azadî" kir û got: "Em di pêvajoyeke dîrokî ya çarenûsî re derbas dibin. Êriş û şerê niha li dijî gelan û jinan rû dide, berdewama komployê ye. Ev komplo, sedema aloziyan e û kelema li pêşiya çareseriyan e. Divê em û gelên Rojhilata Navîn û cîhanê têkoşînê mezin bikin û çalakiyan din li dar bixin ji bo ku azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan bi dest bixin."
 
Meclisê careke din komplo şermezar kir û destnîşan kir ku girankirina tecrîdê li ser Rêber Abdullah Ocalan israra gelan li ser berxwedanê û xwedîderketina li Rêber Abdullah Ocalan, felsefeya neteweya demokratîk û azadiya jinan, felsefeya jin, jiyan, azadî, zêde kir û dê tevahî komployên li dijî gelên herêmê têk bibin.
 
Di dawiyê de meclisê bang li gelên azadîxwaz û jinan kir ku dakevin qadan, komployê şermezar bikin û banga azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan bikin.