Li Rihayê bîranîna 10’ê Cotmehê

  • 17:00 9 Cotmeh 2024
  • Rojane
 
 
RIHA - Li Rihayê tevî hewldanên astengkirina polîsan Nîlgul Çevîk, Başak Sîdar Çevîk û Yilmaz Elmascan ên di 10’ê cotmehê de li Qada Gara Enqereyê hatin qetilkirin, hatin bibîranîn. 
 
Platforma Ked û Demokrasiyê ya Rihayê Nîlgul Çevîk, Başak Sîdar Çevîk û Yilmaz Elmascan ên di 10’ê cotmehê de li Qada Gara Enqereyê hatin qetilkirin li ser gorên wan ên li navçeya Pirsûsê bi bîr anîn. Bîranîna ku ji bo Yilmaz Elmascan hate xwestin ku li Goristana Asrî ya li navenda navçeyê bê kirin, ji aliyê polîsan ve bi hinceta “Li qada goristanê çalakî qedexe ne” xwest were astengkirin. Li dijî astengkirinê polîs ketin goristanê û qurnefîl danîn ser gora Elmascan. Piştî bîranînê di ketina goristanê de daxuyanî hate dayîn.  
 
Hevserokê DEM Partiyê yê Rihayê Bekîr Karakeçîlî yê di daxuyaniyê de axivî, wiha got: “Kesên ku ji bo pêşiyê li komkujiyê bigirin tedbîr negirtin, ji bo bîranînê asteng bikin tedbirên zêde wergirtin. Komkujiya Garê li Tirkiyeyê rûpeleke reş e. Em kesên jiyana xwe ji dest dane bi rêzdarî bi bîr tînin. Êrişeke li dijî aştiyê bû. Tiliya kesên ku berpirsyar dernexistin holê di vê komkujiyê de heye. Em ê heta dawiyê daxwaza edaletê bikin. Kesên ku bîranîna me asteng dikin hevparê vî sûcî ne.”
 
Daxuyanî bi dirûşma “Şehîd namirin” bi dawî bû. 
  
Piştî daxuyaniyê polîsan xwest ku kesên tev li bîranînê bûne di GBT’ê re derbas bikin û wêneyên nasnameyên wan kişandin. Hevserokên Şaxa SES’a Rihayê Ferhat Demîr, xwest ku wêneyên polîsan jê bibe. Ferhat Demîr, diyar kir ku li dijî pêkanînê dê giliyê polîsan bikin. Li ser berteka Ferhat polîsan dest ji pêkanînê berdan. 
 
Girse pişt re derbasî gundê Midep ê ku gora Nîlgul Çevîk û Başak Sîdar Çevîk lê ne bû. Hevseroka Şaxa Sendîkaya Kedkarên Zanîst û Perwerdehiyê (Egîtîm Sen) a Rihayê Ozlem Şengul Ûlûtaş a li vir axivî, wiha got: “Heta ku berpirsyarên komkujiyê yên rast derkevin  holê em ê têkoşîna xwe bidomînin. Em ê girêdayî bîranîna hevalên xwe bibin.”
 
Bîranîn bi danîna ser qûrnefîlan goran bi dawî bû.