Kesên li Sêrtê hatibûn binçavkirin serbest hatin berdan

  • 15:29 9 Cotmeh 2024
  • Rojane
 
 
SÊRT - Hevşaredara Misircê Sadiye Aktîn, Hevseroka DEM Partiyê ya Misircê Saliha Sak û 2 kesên pê re ku hatibûn binçavkirin, hatin berdan. 
 
Îro di danê sibehê de li navçeya Misircê ya Sêrtê bi ser malan de hate girtin. Di serdegirtinên malan de Hevşaredara Misircê Sadiye Aktîn, Hevseroka DEM Partiyê ya Misircê Saliha Sak, Hevseroka DBP’a Misircê Sûltan Yorulmaz, endama Meclisa Şaredariya Misircê Mehpare Yeşîlbaş û Gulbahar Îvdîl, hatin binçavkirin. 
 
Ji binçavkiriyan Sadiye Aktîn, Saliha Sak, Mehpare Yeşîlbaş û Gulbahar Îvdîl piştî îfadeya li emniyetê hatin berdan. 
 
Hevseroka DBP’a Misircê Sûltan Yorulmaz jî piştî karûbarên li emniyetê sewqî dozgeriyê hate kirin. 
 
Siyasetmedarên hatin berdan ji hêla Parlamentera Sêrtê Sabahat Erdogan Saritaş, Hevşaredarên Sêrtê Sofya Alagaş û Mehmet Kaysî û Hevşaredarê Misircê Alî Riza Bîngol ve hatin pêşwazîkirin. 
 
Hat zanîn ku siyasetmedar ji ber serdaneke malê hatine binçavkirin û pirsên weke “Hûn li ku bûn, kî we araste dike, kî bangî we dikin?” jê hatine kirin.