ROJIN: Hovîtî nikare şopdarên heqîqetê bitirsîne
- 15:46 20 Kanûn 2024
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - ROJIN’ê qetilkirina rojnamevan Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan şermezar kir û got: “Kesên ku di tarîtiyê de xwe vedişêrin, bila her tim ji lêgerîvanên heqîqet û ronahiyê bitirsin. Hovîtî û komkujiyên we, nikare me şopdarên heqîqetê bitirsîne.”
Yekîtiya Rojnamevanên Jin a Kurdistanê (ROJIN) têkildarî rojnamevanên hatine qetilkirin, daxuyanî da.
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:
“Rojnamevan Nazim Daştan û nûçegihana ANHA’yê Cîhan Bîlgîn ên ku geşedanên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dişopandin, di êrişa SÎHA ya dewleta Tirk de hatin qetilkirin. Em êrişên dewleta Tirk ên li hemberî rojnamevanan, şermezar dikin û em radigînin ku em ê bibin şopdarên heqîqetê.
Hevalên me Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan êrîşên çeteyên dewleta Tirk ên li hemberî sîstema demokratîk û şoreşa Rojava ya jinê, dişopandin û ji bo rastiyên li herêmê ji raya giştî re eşkere bikin, jiyana xwe dixistin xeteriyê û bi vî rengî geşedan dişopandin. Li dijî derew û zimanê sorkirinê yê medyaya şerxwaz, di nava şert û mercên herî zehmet de hêmanên çapemeniyê parastin.
Li Minbicê geşedanên têkildarî hovîtiya çeteyên Artêşa Millî ya Sûriyeyê ya li dijî gel û jinan, şopandin. Rûyê rast ê polîtîkayên dijminane yên dewleta Tirk, qirêjiya têkîliyên wî ya bi çeteyên DAÎŞ, Artêşa Millî ya Sûriyeyê û HTŞ’ê re deşîfre kirin û bûn dengê gel û jinan.
Dewleta Tirk ji ber tirsa xwe ya ji heqîqetê, li her derê êrîşî rojnamevanan dike.
Bi zanebûn êrîşkirina rojnamevanan, di çarçoveya sûcê navneteweyî de ye. Di serî de saziyên çapemeniyê yên navneteweyî, em bang li rêxistinên jinan û rêxistinên mafên mirovan dikin ku ji vî şerî re bêjin rawestin.
Weke ROJIN em soz didin ku em ê mîrateya hevalên xwe yên rojnamevan ên hatine qetilkirin dewr bigirin û hîn mezintir bikin.
Kesên ku xwe di tarîtiyê de vedişêrin, bila her tim ji lêgerînvanên heqîqet û ronahiyê bitirsin. Hovîtî, komkujî û gefên we nikare me şopdarên heqîqetê bitirsîne. Em ê her tim rastiyên ku hûn vedişêrin deşîfre bikin û bibin dengê jin û gelan. Hingî ku em rastiyê vebêjin, hûn ê di wijdana civakê de û li pêşberî dîrokê bên darizandin.”