
Freedom House: Tirkiye ‘welatê ne azad e’
- 15:50 26 Sibat 2025
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Saziya civaka sivîl a Amerîkayê Freedom House diyar kir ku sala borî li cîhanê asta azadiyan pir ketiye û rêveberiyên otorîter bandora xwe zêde kirine.
Li gor rapora salane ya ku roja Çarşemê hatî weşandin, li Asyaya Başûr hin welatan pêşketineke giring nîşan da û li hember vê tabloya xirab îstîsnayek pêk anîn.
Di raporê de Senegal û Bhutan di nav kategoriya welatên azad de cih digirin. Hat destnîşankirin ku bi taybet Bhutan a ku li Himalayan cih digire, bi hilbijartinên dawî re di rêya bihêzkirina demokrasiyê de gavên giring avêtine.
Endeksa Freedom House derbarê asta demokrasî û azadiya sivîl de nirxandinekê dike û her sal rêzekê diyar dike. Li Asyaya Başûr tekane welatê azad bû Bhutan û ji bo welatên wek Bangladeş û Sri Lankayê jî pêşketin hatin diyarkirin. Li Sri Lankayê Anura Kumara Dissanayake bi bernameya xwe ya têkoşîna li dijî gendelîyê bandora du partiyên ku ev demeke dirêje desthilatin şikand û wek serok hat hilbijartin.
Başbûna herî balkêş jî li Keşmîrê pêk hat ku di bin rêveberiya Hindistanê de ye. Piştî ku di sala 2019’an de ji aliyê hikûmeta Naredra Modi biryara rakirina statuya taybet a herêmê hat dayîn, cara ewil hilbijartin hatin kirin. Lê belê raporan bal kişand ser wê yekê ku li tevahiya Hindistanê asta azadiyan kêm bûye. Hindistan di sala 2021’an de ji statuya “welatê azad” ket statuya “azadiya qismî” û îsal jî paşdeçûna xwe domand.
Li Rojhilata Navîn û Efrîkayê rewş xirab bû
Li Rojhilata Navîn Urdun ji kategoriya “welatên ne azad” derket bilindî asta “azadiya qismî” bû û bû yek ji pêşketinên erênî yên li vê herêmê ku kêm tê dîtin. Lê belê Qûwet, Nîjer, Tanzanya û Tayland ji kategoriya “azadiya qismî” daketin kategoriya “welatên ne azad”. Di nav welatên ku asta azadiyan bi awayekî cidî kêm bûye Tûnûs, El Salvador û Haîtiyê jî cih girt.
Tirkiye “welatê ne azad”
Di raporê de Tirkiyeyê ji ser 100’î 33 pûan girt û di nav kategoriya “welatên ne azad” de cih girt. Tirkiyeyê di warê mafên siyasî de tenê 17 pûan girt û di warê azadiya sivîl de jî 16 pûan wergirt. Derbarê Tirkiyeyê de wiha hat gotin: “Serokkomar Recep Tayîp Erdogan û Partiya Edalet û Pêşketinê (AKP) ku ji 2002’yan heta niha li Tirkiyeyê desthilatin, di salên dawî de her ku çû otorîtertir bû, bi rêya guherînên mekazagonî û bi hepiskirina mixalif ê rexnegiran hêzeke giring bi dest xist.”
Welatên tam azad
Raporê di warê azadiyan de tekane welatê ku tam pûan yanî 100 dayê bû Finlandiya. Bi 99 pûanan Zelandaya Nû, Norweç û Swêdê jî Finlandiya şopandin.
Hevnivîsvana rapora Freedom Housê Yana Gorokhovskaiayê bal kişand ser wê yekê ku azadiyên cîhanî ev 19 salin li ser hevdu paşde diçin û got: “Mafên siyasî zêdetir girêdayî saziyanin. Tunekirina van saziyan hêsane lê belê avakirina wan têra xwe zehmete.”