
Pêşketinên Civakîbûna Yekîtiya Neteweyî
- 09:02 28 Sibat 2025
- Nîqaşên Jineolojiyê
"Ger îro em li ser pirsgirêka jin û yekîtiya neteweyî radiwestin, nîşandana navnîşana hêza, berpirsyariyeke exlaqî ye. Ji ber ku hin rêxistin me wekî ku em hewldanên wan red dikin bi nav dikin. Lê ya rast ew e ku beriya Tevgera Azadiya Kurd yekîtiya neteweyî ne civakî bû û ne jî ji tevlîbûna jinan re vekirî bû. Weke kesek ku bi vî awayî di van pêvajoyan de cih girtiye, ez dizanim ji ber ku ez şahidê gelek qonaxan bûm."
Nîlufer Koç\Endama KNK’ê
Ji sala 1999’an û vir de ku KNK hate damezrandin û yek ji mijara herî zêde hate nîqaşkirin, perspektîfa jinê ya di yekitiya neteweyî, stratejî û polîtîkayan de wê çawa be, ye. Tecrûbeyên yekîtiya neteweyî di navbera salên 1995-1999’an de li PKDW ku Parlamentoya Kurdistanê ya li Sirgûnê ye dest pê kir. Beriya vê jî, di sala 1992’an de li Kurdistan û derveyî welat, jinên ku ji bo KUM (Meclisa Neteweyî ya Kurdistanê) hatin hilbijartin, xwedî destkeftî bûn.
Bi serhildanên li Kurdistanê destpê kir re têgînên weke nîqaşên Yekîtiya Netewî û Meclisa Netewî her çû zêdetir ketin rojeva siyaseta kurd. Hişmendiya nasnameya neteweyî ya ku di nava civakê de bi serhildanan rabû, pêwîstiya yekitiya neteweyî wekî daxwazek hîn cudatir derxist holê. Mirov dikare bibêje ku ji vê pêvajoyê û vir ve yekîtiya neteweyî ji lihevkirin û muzakereya navpartiyî derbasî qada civakî bû. Li dijî parçebûna civakê entegrasyona li ser bingeha yekîtiyê derketiye holê.
Salên 1990’î, destpêka pêvajoya hatina gelhev a cudahiyên di siyaesta Kurd de bû. Di salên 1960/70/80 de di navbera partiyên siyasî de gelek peymanên yekîtiyê hatin çêkirin. Lê, ev bi gelemperî konjonkturel bûn. Yanî bi pirranî demkurt û li gorî berjewendiyên her du hêzan bû. Mirov dikare bibêje ku nîqaşên sereke yên yekîtiya neteweyî di salên 1990’î de dest pê kirin. Di sala 1992’an de, di serdema piştî Seddam de, li Bakur Serhildan hatin kirin û li Başûrê Kurdistanê parlamentoya Kurdan hat îlankirin.
Di pêvajoyên tecrubeya KUM, PKDW û piştre jî KNK’ê de ku bi siyaseta Bakurê Kurdistanê dest pê kir, jinan jî di nava Tevgera Azadiya Kurd de cih girtin. Tevgera Azadiya Kurd weke pêwîstiyeke felsefeya xwe her tim cih daye jinan. Dema ku jin di têkoşîna azadiya Kurd de bi taybetî di qada siyasetê de derket pêş, serdema salên 90’î bû.
Ger îro em li ser pirsgirêka jin û yekîtiya neteweyî radiwestin, nîşandana navnîşana hêza, berpirsyariyeke exlaqî ye. Ji ber ku hin rêxistin me wekî ku em hewldanên wan red dikin bi nav dikin. Lê ya rast ew e ku beriya Tevgera Azadiya Kurd yekîtiya neteweyî ne civakî bû û ne jî ji tevlîbûna jinan re vekirî bû. Weke kesek ku bi vî awayî di van pêvajoyan de cih girtiye, ez dizanim ji ber ku ez şahidê gelek qonaxan bûm. Ev jî beşek ji karê min e ku ez dîroka hemû aliyên siyasî nas dikim, çi endam û çi ne endamên saziya ku ez nûneratiya wê dikim. Ji ber vê yekê ez dikarim bibêjim ku min bi xwendina belgeyên wan ên nivîskî gelek ji wan lêkolîn kir.
Dema ku KNK di 25'ê Gulana 1999’an de bi 789 delegeyên damezrîner hat damezrandin, ji sedî 95' ê beşdarên kongreyê mêr bûn. Tevlîbûna herî zêde ya jinan di kotaya tevgera azadiyê de bû. Di wê kongreyê de bal hat kişandin ku jin amade bin, lê partiyên din bi piranî ji aliyê mêran ve hatin temsîlkirin. Xala girîng a ku pirsgirêka jin û yekîtiya neteweyî bû pêwîstiya nîqaşê, asta pêşketina Tevgera Azadiya Jinên Kurd bû ku li derveyî KNK'ê pêş ket. Têkoşîna azadiya jinê her ku civakî bû, di KNK’ê de jî bertekên xwe dît.
Jinan destpêkê bi qonaxa şopandin û têgihiştina van nîqaşên yekîtiya neteweyî û taybetiyên wan ên siyasî-diplomatîk dest pê kir. Ji bo jinan ne hêsan bû ku bi nasnameya xwe ya zayendî ya azad bi hişmendiya xwe ya azadiyê di nava siyaseta Kurd de cih bigirin.
Ji ber ku KNK platformek e ku xetên kevneşopî û nûjen ên kurdî li hev dicivine. Ji bo azadiya Kurdistanê fedakirina azadiya jinê pirsgirêka herî bingehîn bû. Yanî di feraseta Kurdistana azad de cihê jinê ji bo gelek pêkhateyên siyasî ne girîng bû. Ji ber vê yekê jî di salên ewil de ev mijar gelek caran bi nakokî û nîqaşên dijwar derket pêş. Ji bo vê jî komîsyona jinan a di sala 2000’an de hat avakirin, bi giştî weke stirî hat dîtin. Ji ber ku ev komîsyon her tim mijûl bû ku azadiya jinê ya ku di plansazkirin û nîqaşan de hatibû jibîrkirin di rojevê de dihişt. Dîsa komîsyona jinan di têkoşîna li dijî cudakariya ku jin di komîsyonên têkel de û di nava endamên wan de rû bi rû maye bû qada têkoşînê.
Di platformên yekitiya neteweyî de, xeta kevneşop a Kurd her tim di pozîsyona ku jin ji bo yekîtiya neteweyî feda bike de bû. Yanî ya ku ji jinan dihat hêvîkirin ew bû ku ji bo xatirê Kurdistanê di azadiya jinê de tawîzan bidin. Gelek caran li ser vê mijarê nîqaşên bi tengahî hatine kirin. Nûnerên tevgera azadiya jinên Kurd ên di komîsyona jinan û komîsyona tevlihev de bi afirandina yekitiya jinan hewl dan ku hêza jinê xurt bikin. Mijareke din a girîng a ku 25 sal in jinan rexne dike ew e ku piraniya partiyên endamên xwe endamên bi giranî mêr dişînin kongreyê.
Ji Bakurê Kurdistanê ku tevgera jinê lê geş bû, têkoşîna azadiya jinê ku di sala 2012’an de li Rojava û di sala 2014’an de li Şengalê bû navneteweyî, di KNK’ê de jî xwe nîşan da. Êdî pêwîstî bi têkoşîna jinan di nîqaş û plansaziyan de nemabû, ji ber ku êdî nebûna jinan di siyaset û partiyan de weke şermeke neteweyî dihat dîtin. Her çiqas ji bo nîşankirinê be jî jin di pencereyê de tê nîşandan. Bi taybetî jî di tekoşîna azadkirina Rojava û Şengalê de, lehengê mêr ê Kurd yê ku weke kevneşopî “Pêşmerge” bûye efsane, jin di têkoşînê de derketiye pêş. Yanî ya êdî ji çûna li hemberî dijmin netirsiya jin bû, ne mêr. Dema mêr ji Şengalê reviyabûn, jinên li ber xwe dan bi hevrêyên xwe yên mêr re di asta pêşengtiyê de li dijî DAIŞ’ê şer kirin û ev jî bû xaleke veguherînê. Ev dîmen hem li qada neteweyî û hem jî li qada navneteweyî bi rêya çapemeniyê hatin weşandin.
Nîşe: Berdewama nivîsê hefteya pêş bi sernavê ‘Ji KNK'ê ber bi qada jinê veguhertina yekîtiya neteweyî’ dê bê weşandin.