Agirê Newrozê li Exeterê hate dadan

  • 10:15 23 Adar 2025
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Li bajarê Exeterê yê Îngilistanê agirê Newrozê ji aliyê Kurdan û dostên wan ve hate dadan.
 
Bi banga Komuna Civaka Kurd a Devonê li bajarê Exeterê Kurdan li gel dostên xwe agir dadan û Newroz pîroz kirin. Kurdistanî li kolana Sidwelê li hev kom bûn û agir dadan.
 
Di çalakiyê de dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Bijî Newroz", "Jin, Jiyan, Azadî", "Bijî Berxwedana Rojava" hatin qîrîn.
 
Kurdistaniyan li dora êgir govend gerandin û stranên Newrozê gotin.
 
Kurdan flamayên Rêber Apo hildan û xwedî li banga Aştî û Civaka Demokratîk derketin.
 
Pîrozbahiya Newrozê bi gerandina govendê dewam kir.