
Konferansa Yekemîn a Jinên Kurd li Rojava tê lidarxistin
- 10:18 23 Adar 2025
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Nêzî 300 delegeyan ji bo tev li Konferansa Yekemîn a Jinên Kurd li Rojava bibin berê xwe didin hola konferansê.
Çend kêliyên din wê li hola bexçeyê Azadî ya li bajarê Qamişlo Konferansa Yekemîn a Jinên Kurd li Rojava dest pê bike. Nêzî 300 delegeyên ji jinên partiyên siyasî, rewşenbîr, nivîskar, kesayet, hunermend, rojnamevan, rêxistin û tevgerên jinan, nûnerên jin ên ji saziyên Rêveberiya Xweser a Demokratîk, jinên ji Heleb û Şamê wê beşdar konferansê bibin.
Jinan bi cil û bergên xwe yên Kurdî berê xwe dane hola konferansê. Konfrans di bin dirûşma “Bi Pêşengiya Jinên Kurd Yekitiya Neteweyî ya Kurd Misoger Dibe” dest bi vekirin û xebatên di nava konferansê de bê kirin.
Ev konferansa jinan a yekemîne ku li Rojavayê Kurdistanê tê lidarxistin.