Qeyûm tayînê Şîşliyê kirin, şaredarê ÎBB’ê ji peywirê girtin

  • 17:58 23 Adar 2025
  • Rojane
 
ENQERE-Wezareta Karên Hundir, Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê Ekrem Îmamoglû û Şaredarê Beylikduzuyê Mehmet Mûrat Çalik ji peywirê girt û qeyûm tayînî Şaredariya Şîşliyê kir.
 
Wezareta Karên Hundir, Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê Ekrem Îmamoglû yê ku bi sûcdariya “gendeliyê” hatibû girtin, ji wezîfeyê girt.
 
Şaredarê Beylikduzuyê Mûrat Çalik û Şaredarê Şîşliyê Resûl Emrah Şahan jî ji peywirê hatin dûrxistin.Qeymeqamê Şîşliyê Cevdet Erturkmen wek qeyûm tayînî Şaredariya Şîşliyê hat kirin.