ROJEVA 25'Ê ADARA 2025'AN

  • 09:00 25 Adar 2025
  • Rojev
 
*Peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ya der barê 8’ê Adarê de hat parvekirin, şîrovekirina çanda jina dayik û fêmkirina wê carek din datîne holê. DOSYA
 
*Jinên taxa Karşiyaka ya Wanê der barê krîza aborî de axivîn û diyar kirin ku sedema vê krîzê rêveberiya welat e û wiha gotin: “Li welat krîzek mezin heye. Sedema vê dewlet dizane. Sedema krîzê Erdogan e. Sedema her tiştî hikûmet e.” DÎMEN HEYE
 
*Nivîskara Tunusî Zouhaour Mecherguî ku Newroza Amedê ya dîrokî şopand da zanîn ku divê demildest bersiva banga aştiyê ya Abdullah Ocalan bê dayîn û got ne şer muzakere wê aştiyê bîne. DÎMEN HEYE
 
*Jinên tevli Newrozên li Mîlas û Datçayê bûn, daxwaza azadiya Abdullah Ocalan kirin û diyar kirin ku wê aştî ji aliyê jinan ve bê avakirin.
DÎMEN HEYE