Piştî bertekan serbest hatin berdan

  • 16:12 26 Adar 2025
  • Rojane
  
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Komeleya Mafê Mirovan ya Kurdistanê ragihand ku du jinên Kurd yên ji ber 8’ê Adarê hatibûn binçavkirin, piştî zextan bi awayek demkî û kefalet hatin berdan.
 
Komeleya Mafê Mirovan ya Kurdistanê bi daxuyaniyekê ragihand ku jinên bi navê Leyla Paşayî û Baran Seîdî ku di girtîgeha Sineyê de dihatin ragirtin, bi kefaleta 599 milyon tumen pere, piştî zextan bi awayek demkî hatine berdan.
 
Hate gotin ku her du jin bi tometa "Têkdana ewlekariya nîştimanî" tên sucdarkirin û bi vê hêcetê jî dosyaya yasayî ji bo wan hatiye vekirin.
 
Komeleya Mafê Mirovan ya Kurdistanê da zanîn ku her du jin ji aliyê îdareya îstîxbarata Îranê ya li Sineyê ve hatibûn binçavkirin, wan xistibûn girtîgehe yek kesî ya li Sineyê. Heman çavkaniyê destnîşnakir ku her du jin ji ber rêxistinkirina merasîma 8’ê Adarê hatibûn binçavkirin.
 
Hêjayî gotinê ye di 9’ê Adarê de Baran Seîdî (45) ya xelkê Sine û Leyla Paşayî (45) jî ya xelkê Seqizê û niştecihên Sineyê bûn, ji ber ku tevlî merasîma 8’ê Adarê bibûn hatibûn binçavkirin.