
‘Divê polîtîkayên ku zîhniyetê diguherin bên afirandin’
- 09:06 25 Nîsan 2025
- Rojane
ENQERE - Done Gevher Koyun diyar kir ku tundiya li ser jinê bi polîtîkayên bêcezahiştinê zêde dibe û di vê demê de avakirina civaka demokratîk wê zêdetir dengê jinan bide bihistin. Done Gevher Koyun wiha got: “Di avabûna demokratîkbûnê de wê dengê jinan hîn hêsantir bê bihistin. Wê keda jinê bêhtir bê dîtîn û azadiya jinê hîn xurtir pêk bê.”
Endama Lijneya Rêveberiya Navendî (MYK) ya Konfederasyona Sendîkaya Kedkarên Cemawerî (KESK) Done Gevher Koyun da zanîn ku di vê pêvajoya ku tundiya li ser jinan zêde bûye de, komîsyona li meclîsê ava bûye bi jinên sendîka û rêxistinên kedê re nayê meşandin û ev kêmasiyeke. Gone Gevher got komîsyona lêkolînê tevî di mewzuata qanûnî de heye pêk nayê.
Done Gevher Koyun, der barê mîsyona komîsyonê, polîtîkayên desthilatdariyê yên der barê jinê de axivî.
Done Gevher Koyun da da zanîn ku berê jî komîsyon hatibûn avakirin û pêşnûmeyên berê hatibûn dayîn hatibûn redkirin. Done Gevher Koyun, wiha dirêjî dayê: “Bi hevkariyapartiyên siyasî yên meclîsê komîsyon hat avakirin. Heman demê de jî di alî wezareta malbat û xebatê de nirxandinek çêbû. hDer barê komkirina daneyan de bi TUBÎTAK’ê re protokol ha îmzekirin û der barê vê de hat gotin wê çareserî bên afirandin. Gotinên demî dikevin tevgerê lê piştre diçe zemînek neçareseriyê.Van komîsyonan li ser sernavên diyarkirî nîqaş dimeşand. Poltîkayek tê afirandin lê nakeve pratîkê.”
‘Jin dengê xwe bilind dikin’
Done Gevher Koyun daxuyakirin ku jin demek dirêje li qadan xeta têkoşînê mezin dikin û wiha vegot: “Rêxistinên jinan daneyan parve dike lê çi balkêşe daneyên dewletê bi yên jinan re ne wekhevin. Jin li dijÎ qeitlkirina jinan dadikevin qadan û dengê xwe bilind bikin. Bi zîhniyeta serdest ya mêr pirsgirêk nikare bê nîqaşkirin. Di vê dema ku tundiya li ser jinan a nav malê de tê axaftin de malbat wek pîroz tê dîtin û tundiya li ser jinê ya nav malê nayê dîtin.”
‘Divê wekheviya zayenda civakî hebe’
Done Gevher Koyun balkişand ser gelek kêmasiyên komîsyonê û got divê komîsyon zemîneneke hepar ya ku bi jinan re ava bike û ev tişt bi lêv kir: “Divê komîsyon zîhniyetê biguhere û polîtîkayan biafirîne.Divê wekheviya zayenda civakî bikin wek polîtîka û hewcedarî bi zemînek wisa heye. Ev zemîn jî bi xebatên hevpar pêkane. Tevî sererastkirinên di mewzuata qanûnî de hene jî pêk nehatin û nîqaş nehatin meşandin. Divê nîqaş bên berfirehkirin. Em bi desthilatdariyeke ku jinê wek parçeyek wekhev a civakê nabîne re rû bi rû ne. Li dijî tundiya li ser jinê divê polîtîkayên ku jinan dikin kirde bên aifrandin. Divê li dijî zîhniyeta serdest ya mêr polîtîkayên xurt yên jinan bên meşandin.”