
Li Bismilê '3'emîn Hevdîtina Keda Jinê' tê lidarxistin
- 13:34 25 Nîsan 2025
- Rojane
AMED - Şaredariya Bismilê ji bo piştgiriyê bide keda hilberînerên jin di 27'ê Nîsanê de li Kolana Hunerê "3'yemîn Hevdîtina Keda Jinê" li dar dixe. Ji bo çalakiya ku dê berhemên destan bên pêşandan herkes hati vexwendin.
Midûriyeta Xizmetên Jin û Malbatê ya Şaredariya Bismilê ya Amedê, ji bo piştevaniya hilberîna jinan “3’yemîn Hevdîtina Keda Jinê” organîze dike. Çalakî 27'ê Nîsanê roja Yekşemê saet di navbera 10:00-16:00 de li kêleka Kuyumcu Kent a li Kolana Hunerê tê lidarxistin. Di hevdîtinê de berhemên bi destan ên jinên ku li malê hilberînê dikin bên pêşandan û ji bo firotinê bên pêşkêşkirin.
Midûriyeta Xizmetên Jin û Malbatê ya Şaredariya Bismilê, ji bo ku keda jinan diyar bibe û hevgirtinê xurtir bike bang li hemû şêniyên Bismilê kir ku beşdarî çalakiyê bibin.