Li Mêrdînê jinekê bi gûman jiyana xwe ji dest da

  • 15:12 25 Nîsan 2025
  • Rojane
 
 
MÊRDÎN -Jina ku li Mêrdînê bi îdiaya dê "derman bibibe" li ziyaretê di şikeftekê de hat hiştin, bi guman jiyana xwe ji dest da.  
 
Li navçeya Artukluya Mêrdînê jina ku li Tirbaya Sultan Şeyhmus a li navçeya Artukluya Mêrdînê di qubeya şikeftê ya bi navê "odeyên şîfayê" de hatibû bicihkirin di bin şert û mercên gumanbar de jiyana xwe ji dest da. Li gorî agahiyên hatine bidestxistin; F.P.ya ku tê îdiakirin nexweşa derûniyê bûye û ji aliyê xizmekî xwe ve di 23'ê Nîsanê de ji Stenbolê anîne Mêrdînê, piştre birina Turbeya Sultan Şehmus. Li wir li ser daxwaza 'şêx'  heman jinê li nêzî tirbeyê di quncikeke mîna şikeftê de ya bi navê “odeyên şîfayê” danîne û şevekê li wê hiştine. Duh danê sibê dema deriyê quncikê hatiye vekirin, hat dîtin ku F.P. jiyana xwe ji dest daye.  
 
Cenazeyê jina bi gûman jiyana xwe ji dest da ji aliyê xebatkarên tenduristiyê yên ku sewqî cihê bûyerê hatine kirin ve birine morga Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Mêrdînê. Piştî otopsiyê cenazeyê jinê radestî malbatê hat kirin.