Aşegul Dogan bertek nîşanî daxuyaniya Wezîrê Dadê da

  • 15:34 30 Nîsan 2025
  • Ramyarî
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan bertek nîşanî daxuyaniya Wezîrê Dadê Yilmaz Tunç da û got: “Hiqûq, demokrasî û edalet bi lîstik û peyvan pêk nayên.” 
 
Berdevka Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) Ayşegul Dogan li ser hesabê xwe yê medyaya dijîtal bersiv da parvekirina Wezîrê Dadê Yilmaz Tunç. Ayşegul Dogan, got: “Hiqûq, demokrasî û edalet bi lîstik û peyvan pêk nayên. Çareseriya pirsgirêkeke dîrokî, cidîyet e.  Em bang li wezareta we dikin ku ziman û nêzikatiyeke vê berpirsyartiya dîrokî radigire bi kar bîne. Ji kerema xwe hûn karê xwe bikin.” 
 
Yilmaz Tunç, têkildarî daxuyaniya Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari ya duh li Meclisê dabû wiha got: “Em li vir gogê nalîzin. Hewceye mirov piştgiriyê bide hewldanan. Divê mirov ji kirinên zirarê didin van hewldanan dûr bisekine. Bi DEM Partiyê re tu muzakere nayên kirin. Tenê daxwazeke wan a ji bo başkirina mercên girtiyên nexweş hebû.”