1'ê Gulanê bi şahiyan hate pîrozkirin

  • 16:05 30 Nîsan 2025
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Li kantonên Reqa, Tebqa, Dêrezorê û bajarê Helebê bi boneya çalakî hatin lidarxistin, beşdaran banga berdewamiya têkoşîna ji bo dadmendiya civakî kirin.
 
Li kantonên Reqa, Tebqa, Dêrezor û bajarê Helebê bi boneya Roja a Karkeran a Cîhanê bi dirûşma "Bi banga aştî û civaka demokratîk em 1'ê Gulanê bi hev re pîroz bikin" şahî û çalakî hatin lidarxistin.
 
Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) li Helebê îro bi daxuyaniyekê cejna hemû karkerên cîhanê pîroz kir û banga hevgirtin û yekrêziyê ji bo parastina mafan kir.
 
Daxuyanî li ber ofisa partiyê ji aliyê rêveberê ofîsê Mihemed Şêxo ve hate xwendin.
 
Di daxuyaniyê de cejna hemû kedkaran hate pîrozkirin û hate destnîşankirin ku "Pîrozbahiyên îsal xwedî girîngiyeke taybet e, ji ber ku sala rûxandina rejîma otorîter li Sûriyeyê û lidarxistina Konferansa Yekitiya Kurd bû.
 
Her wiha di daxuyaniyê de bal hat kişandin ser rola pêşeng a jinên kedkar di şoreşê de û hate gotin ku "Azadiya civakê bêyî azadiya jinan pêk nayê û bêyî bidestxistina wekheviya rast damdmendiya civakî pêk nayê"
 
Reqa
 
Pîrozbahiya li bajarê Reqayê li hola El Bustan hate lidarxistin, di pîrozbahiyê de hevseroka Yekîtiya Kedkaran Kantona Reqayê Neşwa El Şireyde, hevserokê nivîsgeha Rêxistinan li Konfederasyona Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Cabir Hesen, cîgirê hevserokatiya Meclîsa Rêveber li Kantona Reqayê Hikmet Hesko axivîn û 1`ê Gulanê pîroz kirin û tekez kirin ku "Rêxistinkirina kedkaran û yekkirina hêza wan rêya ewlehiya civaka demokratîk e. "
 
Tebqa
 
Pîrozbahiya li bajarê Tebqayê li stadyûma El Ittihad a werzîşê hate lidarxistin. Hevserokê Yekîtiya Karker û Kedkaran li Tebqayê Ebdulletîf,  hevseroka Yekîtiya Şaredariyên kantona Tebqayê Ezîza Qasim di pîrozbahiyê de axivîn û tekez kirin ku "têkoşîna kedkar û karkeran bûye bloka bingehîn a parastin û pêşketina civakê. "
 
Piştre kedkarên şaredariyan, nevenda elektrîkê, Bendava Firatê, aş û firneyan ji ber keda wan a di avakirin û pêşxistinê de hatin xelatkirin.
 
Her wiha koma Navenda Çand û Hunerê ya Tebqayê çend stranên pêşkêş kirin.
 
Şahî bi gerandina govendê bi dawî bû.
 
Dêrazorê
 
Li Dêra Zorê jî pîrozbahî li hewşa avahiya Rêxistinên Civaka Demokratîk a herêma Meamil hate lidarxistin.
 
Di pîrozbahiyê de hevserokê Rêxistinên Civaka Demokratîk li Dêrazorê Ehmed El Mesûd, Rêvebera Meclîsa Kombûna Jinan a Zenobîa ya Dêra Zorê Xitam El Hisên û Endama Konfedraliya Civaka Demokratîk a Dêrazorê Nisrîn El Hesen axivîn û  tekez kirin ku 1’ê Gulanê dê bibe egera nûkirina jiyan û hêviyê û pêkanîna siberojeke nû ji bo Sûriyeyê ye”.
 
Di dawiya pîrozbahiyê de diyarî li karkeran hatin belavkirin.