
Li Bismilê zarokek hat revandin
- 14:17 2 Gulan 2025
- Rojane
AMED - Li navçeya Bismilê Ferhat T. ji bo zewacê zarokek revand. Malbatê giliyê Ferhat T. kir.
Li navçeya Bismilê Ferhat T. ji bo zewacê di 29'ê Nîsanê de zarokek revand. Li ser vê yekê malbatê serî li Qereqola Bismilê da. Malbatê da zanîn malbata Ferhat T. li wan geriyane û gotine zarok li gel Ferhat T. ye.
Malbatê diyar kir ku zarokên wan biçûk in û negihîştine temenê zewacê û wan li dijî Ferhat T. gilî kiriye.
Malbatê diyar kir ku zarok li mala meta Ferhat T. tê girtin.
Ji aliyekî din ve, hate gotin ku malbatê serî li Komîsyona Mafên Zarokan a Baroya Amedê jî daye.