
ROJEVA 23'YÊ GULANA 2025'AN
- 09:00 23 Gulan 2025
- Rojev
* Abdullah Ocalan azadiya jinê, ne tenê ji bo jinê ji bo hemû civakê esas dibîne. Zilma dîrokî ya li ser jinê û têkoşîna li dijî vê zilmê weke “Dayika hemû şoreşan” bi nav dike. DOSYA
*"Hewldana jinên Kurd di wêjeya Kurdî de ji têkoşîna tevgera jinên Kurd jî serbixwe nikare bê nirxandin. Pirtûka Sakîne Cansiz ya ‘Her tim pevçûn bû jiyana min’ piştgiriyeke mezin daye seruvena nivîsandinê ya jinên Kurd û ligel vê pirtûk xwedî taybetiyeke ku li dijî jiyana ku kodên feodal ferz dike, jî tê qebûlkirin." JI NÎQAŞÊN JINEOLOJIYÊ
*Li Tirkiyeyê ku jin xwe ewle hîs nakin, fikara pêşerojê a ciwanan heye û mafê zimanê kurdî nayê nasîn, welatî diyar dikin ku sedema hemû pirsgirêkan demokrasî ye û gotin hewcedarî bi fikrek nû heye. DÎMEN HEYE
*Endama têkilî, tifaq û siyaseta demorkatîk a Kongreya Star û endama komîteya amadekar a NADA'yê Rûken Ehmed, da zanîn ku divê bi dengekî hevpar xwedî li têkoşîna jinan bê derketin û got bi avakirina komîteya hevpar hewce bi ragîhandina tecrubeyên jinan heye. DÎMEN HEYE
*Ji Tevgera Welatparêz Şoreşger a Çerkez Turkan Varol da zanîn ku Çerkez mafên ziman û çandî dixwazin û got heyetên ji Kurdan û kesên rêzdarî nîşanê wan didin dikarin bihev re muzakereyan bikin û çareseriyê pêk bînin. BI DÎMEN
* Dayika Aştiyê Rewşan Doner derbarê têkoşîna kadroyên pêşeng yên PKK’ê Alî Haydar Kaytan û Rizan Altun û her wiha biryara feshê ya PKK’ê de axivî û got divê dewlet gavê bavêje û wiha got: “Berpirsyarî êdî li ser milê dewletê ye. Divê demildest gav bên avêtin û pêvajo neyê sabotekirin.” BI DÎMEN