Meclîsa Jinan a DBB'ê çalakiyeke piştgiriyê li dar xist

  • 16:29 26 Gulan 2025
  • Rojane
 
AMED - Meclîsa Jinan a Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, ji bo piştgirîkirina jinên ku dahata wan têra pêdiviyên wan ên bingehîn nake, çalakiyeke kermesê li dar xist.
 
Meclîsa Jinan a Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, bi hevkariya Serokatiya Daîreya Xizmetên Jin û Malbatê re, li ber avahiya xizmetê ya şaredariyê çalakiyeke kermesê pêk anî. Xebatkarên şaredariyê eleqeyeke mezin nîşanî xwarinên ku jinan li malê amade kiribûn û li stantên li ber şaredariyê pêşkêş kiribûn, dan. Sekreterê Giştî yê Şaredariya Bajarê Mezin Emrullah Gorduk û Alîkara Sekreterê Giştî Zerîn Turk jî beşdarî çalakiyê bûn û piştgirî dan piştevaniya jinan.
 
Dahata ku ji çalakiyê hat bidestxistin, dê bi jinên ku dahata wan têra pêdiviyên wan ên bingehîn nake, bê parvekirin.
 
'Armanca me zêdetir destek e'
 
Amîne Kutlay, ji Sekreteriya Meclîsa Jinan, derbarê çalakiyê de agahî da û anî ziman ku armanca çalakiyê ew e ku ji jinên ku dahata wan têra pêdiviyên wan ên bingehîn nake, zêdetir piştgirî bê dayîn. Kutlay wiha got: "Xebata me ya îroyîn, xebateke hevpar e ku me bi Meclîsa Jinan a di nava şaredariyê de ava kiribû, bi Serokatiya Daîreya Xizmetên Jin û Malbatê re kir da ku piştevaniya jinan zêdetir xurt bikin."
 
'Piştevanî hêz dide'
 
Amîne Kutlay destnîşan kir ku piştevanî jinan hêz dide û got: "Hemû xwarinên li vir, hevalên me yên jin bi destê xwe li malê çêkirine û anîne vir û li vir firotine. Em dibêjin piştevanî dide jiyîn. Piştevanî hêz dide. Piştevanîya jinan, weke her derê, îro li Şaredariya Bajarê Mezin jî zêdetir pêş e û bi awayekî hêzdar rawestiyaye."