Li Îran û Rojhilatê Kurdistanê di gulanê de 170 kes hatin darvekirin

  • 16:00 27 Gulan 2025
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Kampanyaya “Sêşema Na ji Cezayê Darvekirinê re” ragihand ku divê mehê de 170 kes li Rojhilatê Kurdistan û Îranê hatine darvekirin.
 
Kampanyaya “Sêşema Na ji Cezayê Darvekirinê re” ku ji hêla girtiyên siyasî yên li 38 girtîgehên Rojhilatê Kurdistan û Îranê ve hatiye destpêkirin, di hefteya 70. de daxuyaniyek belav kir.
 
Kampanyayê vê hefteyê jî daxuyaniyek belavkir û ragihand ku hejmara darvekirinên li Rojhilatê Kurdistan û Îranê zêde bûye û divê mehê (Gulan) de 170 kes li Rojhilatê Kurdistan û Îranê hatine darvekirin.
 
Li gorî heman daxuyaniyê hemû darvekirin aliyên xwe yên siyasî ve girêdayine û pêvajoya dadgehkirinê ya di saziyên derve û ewlekarî yên Îranê de, ne dadperweranene.
 
Kampanyayê bang li hemû rêxistinên mafên mirovan kir ku piştgiriyê bidin girtiyan.
 
êjayî gotinê ye Kampanyaya “Sêşema Na ji Cezayê Darvekirinê re” ku ji hêla girtiyên siyasî yên li 38 girtîgehên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê ve hatiye destpêkirin, di 9’ê Çileya 2023’yan de dijî darvekirinan hatiye avakirin û her roja Sêşemê derbarê mijarê de daxuyaniyê dide.