
Ji Abdullah Ocalan peyama cejnê: Baweriya me mezin bûye
- 15:49 8 Hezîran 2025
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN-Abdullah Ocalan di hevdîtina ku bi wesîleya Cejna Qurbanê bi malbata xwe re kiriye de ev peyam da: “Baweriya me mezin bûye ku pêvajoya bi Banga Aştî û Civaka Demokratîk rê li ber siyaseteke nû, rêxistinbûyîneke nû û afirandina wateyeke nû veke.”
Biraziyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û Parlamenterê Rihayê Omer Ocalan têkildarî hevdîtina li Îmraliyê, li ser hesabê xwe yê medya dîjîtal ev peyama Abdullah Ocalan ya ji bo cejnê parve kir û got: “Me bi wesîleya Cejna Qurbanê bi Birêz Abdullah Ocalan re weke malbata wî hevdîtinek kir. Baweriya me mezin bûye ku pêvajoya bi Banga Aştî û Civaka Demokratîk rê li ber siyaseteke nû, rêxistinbûyîneke nû û afirandina wateyeke nû veke. Di vê demê de ku pêşketinên girîng û dîrokî rû didin, ez peyama Birêz Abdullah Ocalan a ji bo cejnê pêşkêşî raya giştî dikim. Ez Cejna Qurbanê ya bê qurbanî li gelê me pîroz dikim. Silavan ji gelê xwe re dişînim."