
Xwebûn bi manşeta ‘Perspektîfa serkeftinê’ derket
- 11:35 9 Hezîran 2025
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN- Rojnameya Xwebûnê di hejmara xwe ya 286’emîn de bi manşeta “Perspektîfa serkeftinê” derket.
Rojnameya Xwebûne di hejmara xwe ya 286’emîn de bi manşeta “Perspektîfa serkeftinê” gihişt ber destê xwînerên xwe. Rojname di vê hejmara xwe de cih dide name û perspektîfên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên ji bo 12’mîn Kongreya PKK’ê ku di navbera 5-7ê Gulanê de pêk hatibû. Abdullah Ocalan bi name û perspektîfa xwe ya ku ji bo Kongreya PKKê dişîne, sedem û armanca xwe ya ji feskirin û bi dawîkirina têkoşîna çekdarî bi berfirehî vedibêj e.
Her wiha hevpeyvîna vê hefteyê ya rojnameyê bi parêzer Mehmet Emîn Gokdemîr re hatiye çêkirin. Dîsa di hejmara vê hefteyê de nivîskarên rojnameyê ji mijarên li ser ziman bigire, heta wêje, siyaset û tendirustiyê gelek mijarên cuda nirxandine.