Qêrîna bêdeng a goristanekê: Li Feraşînê şîna 10 salan

  • 09:03 25 Hezîran 2025
  • Rojane
Rojda Aydin- Dîlan Babat
 
ŞIRNEX - Goristana Şehîd Mehmet Goyî ya li Zozanên Feraşînê ya li herêma Kanî Masî ya navçeya Elkê, hîn jî şopa bombebaran û wêrankirina ku bi salan berê qewimî ye, mîna roja ewil li ber çavan e. Ji ber ku qereqola leşkeran li jora goristanê hatiye çêkirin, destûr nayê dayîn ku kes biçe ser goristanê.
 
Polîtîkayên ewlehiyê yên Tirkiyeyê ku bi salan e tên meşandin, ne tenê mirov, lê di heman demê de paşeroj, bîr û gorên gelê Kurd jî hedef girtine. Li Zozanên Feraşînê ya li herêma Kanî Masî ya navçeya Elkê ya Şirnexê di sala 2013’yan de li ser navê Mehmet Kaplan (Mehmet Goyî) yê ku di pevçûna di sala 2012’yan de derketibû jiyana xwe ji dest da goristanek hatibû avakirin. Ji wê salê ve cenazeyên nêzîkî 170 endamên PKK’ê li "Goristana Şehîd Mehmet Goyî" hatine veşartin. 
 
Qereqola leşkerî hat çêkirin
 
Di sala 2015’an de, Hêzên Çekdar ên Tirkiyeyê (TSK) bi balafirên şer û helîkopteran li dijî hem Goristana Şehîd Mehmet Goyî û hem jî Kurtay Feraşîn operasyonên hewayî pêk anîn. Mizgeft, xaniyên mêvanan û dîwarên goristanê ji ber bombebaranê zirareke mezin dîtin. Piştre yekîneyên operasyonên taybet û tîmên JOH şandin herêmê, kevirên goran bi çekûçan şikandin, dîwar hilweşandin, li herêma ku goristan lê ye qereqol ava kirin û herêm xistin bin kontrola leşkerî.
 
Daxwaza malbatan a wergirtina hestiyan hat redkirin
 
Piştî hilweşandinê cenaze li goristana bombebarankirî hatin mayîn. Di sala 2021’an de malbatan ji bo wergirtina cenazeyên zarokên xwe serî li dadweriyê dan. Lê belê ev serlêdan ji aliyê dadgehê ve hat redkirin. Malbatan careke din li dijî vê biryarê îtîraz kirin. Lê encama serlêdanê hîn ne diyar e.
 
Goristan hîn jî wekî roja ewil e
 
Her çiqas 10 sal di ser hilweşandinê re derbas bûye jî goristan hîn jî wekî roja ewil wêrane. Kevirên goran şikestîne, dîwar hilweşyane û bi rewşeke bêrûmet re rû bi rû hatiye hîştin. Qereqola leşkerî ya li ser cihê goristanê hatiye avakirin, rê li ber çûna gel bo goristanê digire. Gelek kesên ku dixwazin serdana goristanê bikin, ji aliyê leşkeran ve bi hinceta “qedexeye” astengkirin û ji GBT’ê tên derbaskirin.