ROJEVA 2'YÊ TÎRMEHA 2025'AN

  • 09:00 2 Tîrmeh 2025
  • Rojev
 
*Mehtap Sert diyar kir ku di 10’emîn pakêta darazê de der barê girtiyên siyasî de yek gotinek nehatiye gotin û got: “Ji roja sozên der barê pêvajoyê de hatine dayîn heta niha tahliyekirina 312 girtiyên karekî hêsan bû. Lê ev nehat kirin. Girtiyên siyasî ji derveyê vê qanûnê hatine girtin.” DÎMEN HEYE
 
*Endama Koma Sorjiyan Mizgîn Irmak da zanîn ku divê gel li dijî polîtîkayên asîmîlasyona li dijî çand û hunera Kurd xwedî li çanda xwe derkevin û jinên li her qadê di hedefa êrîşan de ne têbikoşin. Mizgîn Irmak balkişand ser banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a 27’ê Sibatê û got ew ji wek hunermend ji vê bangê bi hêvî ne. DÎMEN HEYE
 
*Parêzer Hediye Gokçe Baykal da zanîn ku rojê 18 zarok bi destdirêjiyê re tên rû hev û got: “Ger ku hûn dikarin zarokan biparêzin xwedî bikin, hûn dikarin zêde zarokan jî bixwazin. Hûn nikarin malbatan bidin zorê. Divê şert bên başkirin û piştre teşwîqê anîna zarokan bê kirin.” DÎMEN HEYE