
Li Aydinê jinek hat qetilkirin
- 18:36 5 Tîrmeh 2025
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Aydinê jina bi navê M.A bi çekê hat qetilkirin.
Li navçeya Koşk a Aydinê M. A ji aliyê gumanbar an jî gumanbaran ve bi çekê hat qetilkirin. Kesên derdorê agahî dan û ambulans û cenderme hatin sewqkirin. M.A ya bi giranî birîndar bû li Nexweşxaneya Dewletê ya Koşk jiyana xwe ji dest da.
Der barê bûyerê de lêpirsîn hat destpêkirin û hat hînbûn ku 3 gumanbar hatine binçavkirin.