
EŞÎK: Em dest ji mafê xwe yê mîrateya wekhev bernadin'
- 12:04 7 Tîrmeh 2025
- Rojane
STENBOL -EŞÎK'ê bi bîr xist ku mafê mîrateyê yê jinan di qanûnan de wekhev e û got, bi rêya kiryarên navbeynkariyê û paketên dadgeriyê tê xwestin ku ev maf di pratîkê de ji holê bê rakirin.
Platforma Jinan a ji bo Wekheviyê (EŞÎK) têkildarî nûçeyên ku dibêjin parvekirina wekhev a mîrateyê bi dawî bûye, daxuyaniyek da û diyar kir ku bi van gotinan hewl tê dayin ku zext li jinan bê kirin.
Di daxuyaniyê wiha hate gotin, "Mafê me yê wekhev ê mîrateyê jî di nav de em ê ji tu mafên xwe venegerin ku bi berdêlên mezin me bi dest xistine. Em ê tu carî jê venegerin."
Bang li jinan hate kirin ku bêyî xwendinê tu belgeyê îmze nekin, dema ku zehmetiyê ji fêhmkirinê bikişînin serî li polîsan bidin û piştgiriya hiqûqî ji baroyan werbigirin.