
ROJEVA 8'Ê TÎRMEHA 2025'AN
- 09:00 8 Tîrmeh 2025
- Rojev
* Aktîvîsta TJA'yê Bahar Peker, tekez kir ku ew li dijî zêdebûna komkujiyên jinan xebatan dikin û got: "Em ê li gundan civînan li dar bixin û komunan ava bikin. Em ê di vê çarçoveyê de bimeşin û em ê bi saziyên din ên jinan re di têkiliyê de bin." BI DÎMEN
*Gulsever Ege ku bi firotina cil û bergên Kurdî debara xwe dike, anî ziman ku wê ev tenê ji bo berjewendiya aborî nekiriye û ev tişt got, "Me xwest em çanda xwew pêşve bibin û biparêzin. Gelek ciwan vê çandê nizanin, em hewl didin ku wê bi wan jî bidin nasîn." DÎMEN HEYE
*Endama KJAR'ê Jamile Karimi banga PJAK'ê ya li dijî şerê di navbera Îran û Îsraîlê de nirxand û got, "Bangên PJAK'ê banga sîstemeke alternatîf e. Divê me piştigiriyê bidin serhildana 'Jin jiyan azadî' ya ku bi pêşengiya jinan dest pê kir." DÎMEN HEYE