Nesrîn Teke li ser gora xwe hat bibîranîn

  • 19:33 9 Tîrmeh 2025
  • Rojane
AMED - MKG û DFG’ê Nesrîn Teke ya 25 sal berê jiyana xwe ji dest da li ser gora wê bibîr anîn û hat diyarkirin ku wê şopdarê têkoşîna wê bin.
 
Komeleya Rojnamegerên Jin yên Mezopotamyayê (MKG) û Komeleya Rojnamegerên Dîcle Firatê (DFG) Nesrîn Teke ya 25 sal berê jiyana xwe ji dest da li ser gora wê ya Goristana Deriyê Mêrdînê bibîr anîn. Malbata Nesrîn Teke û endamên komeleyê tevli bûn.
 
Li dijî zilmê berdena xwe da ber agir
 
Hevseroka MKG’ê Roza Metîna di bîranînê de axivî û da zanîn ku ev roj ji bo wan girînge û got: “Li dijî zilmê û zextan berdena xwe da ber agir. Nesrîn Teke ji bo çapemeniya azad keseke girîng bû. Em bi berxwedana wê serbilindin. Gelê Kurd bi salane tune tê hesibandin. Lê berxwedana wê bû bersiv. Em ê xwedî li mîrateya wê derketin û têkoşîna wê bidomînin.”
 
Hevseroka DFG’ê Selman Çîçek jî axdivî û da zanîn ku Nesrîn xeyala wan hebûyan bû û bi têkoşîna wê mezin bûne û got wê şopdarê têkoşîna wê bin.
 
Dayika Nesrînê, Nezahat Teke jî wiha vegot: “Min sozek dabû Nesrînê. Ez ê soza xwe bînim cih. Ez ê ji bo aştiyê heta dawiya jiyana xwe têbikoşim. Bila tu dayik negirîn. Ez ê têkoşîna Nesrînê heta dawî bidomînim. Bila tu dayik negirîn.”