
‘Em dipên ku gavên şênber bên avêtin’
- 09:02 10 Tîrmeh 2025
- Rojane
COLEMÊRG - Sara Gurdal da zanîn ku ew dipên ku dewlet li dijî pêvajoya ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daye destpêkirin gavên şênber bavêje û wiha got: “Em diwazin pêvajo bi gavên şênber bidome. Em bi serokatiya xwe bawerin. Gotinên serokatiya me ser serê me ser çavên me.”
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 27’ê sibatê de banga ‘Aştî û Civaka demokratîk’ kir û di ser bangê de 4 meh derbas bû lê hîna dewletê gavek şênber navêtiye. Daxwazên ji bo dewlet gavê bavêje her diçin zêde dibin.
Jina bi navê Sara Gurdal ya li gundê Zerenî ya Gever a Colemêrgê dijî got ji ber zextên dewletê birayê wê jiyana xwe ji dest daye û wiha got: “Ji ber zextên dewletê me koçî taxa Oremar kir. Lê ji wê şûnde jî zextan berdewam kir. Keç û kurê min ji ber zextan tevli PKK’ê bûn. 23 sale em li taxa Gungor in. Ji ber zextên dewletê birayekî min jiyana xwe ji dest da. Bav û birayekî min hatin girtin. Îşkenceyên giran lê kirin. Zarokî û ciwaniya me bi zextên mezin re hatin rû hev.”
Ji bo aştiyê me bedelên giran dan
Sara Gurdal daxyakirin ku ji 15 saliya xwe de ye şahidiya zextan dike û wiha dirêjî dayê: “Me li gund gerîla wek ‘karker’ bi nav dikirin. Ev 40 sal zêde ye em PKK’ê nas dikin. Leşkeran bi kêfî biser gundê me de digirin. Tedhîd, îşkence dikirin.Keça min û kurê min tevli PKK’ê bûn. Keça min jiyana xwe ji dest da. Tu gahiyek nehat dayîn. Gora keça min hîna tuneye.”
‘Em dipên ku gavek şênber bê avêtin’
Sara Guldal wiha dawî lê anî: “Dewletê hîna gavek şênber navêtiye. Der barê aştiyê de tu gavek nehatiye avêtin. Em dixwazin pêvajo bi gavên şênber bidome. Em bi serokatiya xwe bawerin. Gotina serokatiya me ser serê me ser çavên me.”