Heyeta ji bo mersîmê derket rê gihişt Başûrê Kurdistanê

  • 20:32 10 Tîrmeh 2025
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN- Heyeta ji bo merasîma PKK’ê ya li Silêmaniyê pêk tê, derketin rê gihiştin Başurê Kurdistanê.
 
PKK li ser banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan sibê wê li bajarê Silêmanî ya Başurê Kurdistanê merasîmê pêk bîne. Ji bajarên cuda yên Tirkiye û Kurdistanê heyetên derketin rê gihiştin Başurê Kurdistanê.
 
Heyeta ku têde hevserokên giştî yên DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari û Tuncer Bakirhan,hevserokên Giştî yê Partiya Demokratîk a Herêman( DBP) Çîgdem Kiliçgun Uçar û Keskîn Baydinir, Berdevka Meclîsa Jinan a DEM Partiyê, , hevserokên giştî yên OHD’ê Ekîn Yeter û Serhat Çakmak, dayikên aştiyê, parlamenterên DEM Partiyê jî ji MED TUHAD-FED’ê heye ya 150 kesî ji Sînorê Xaburê derbasî Başûrê Kurdistanê bûn.
 
Heyet li deriyê sînor têketina VÎP’ê de ji aliyê nûnerê serokê herêma Kurdistanê Neçîvan Barzanî, Dilşad Şehab, nûnerê PDK’ê Serbest Lezgîn, Waliyê Duhokê Dr. Alî Teter, nûnerê sînorê Zaxoyê Hemîd Elî û nûnerên cuda yên rêveberiya herêmî ve hat pêşwazîkirin.