
Ji Dayikên Şemiyê ji bo înşakirina aştiyê sê daxwaz
- 13:44 12 Tîrmeh 2025
- Rojane
STENBOL – Dayikên Şemiyê lêgerîna xizmên xwe yên di bin çavan de hatin windakirin berdewam dikin, di hefteya çalakiya xwe ya 1059'an de bang li Serokkomar Tayyip Erdogan kirin û gotin: "Bila qad were vekirin, bila peyman were îmzekirin, bila dosya ji nû ve werin vekirin."
Dayikên Şemiyê ku her hefte li Qda Galatasarayê dicivin da ku çarenûsa xizmên xwe yên di binçavan de windabûyî û hatine kuştin bipirsin û sûcdar bên darizandin, çalakiya xwe ya 1059'an li dar xistin. Gelek parêzvanên mafên mirovan û Hevseroka ÎHD'ê Eren Keskin beşdarî çalakiyê bûn, ku tê de qurnefîl û wêneyên xizmên xwe yên di binçavan de windabûyî hilgirtin. Endama Komîsyona Windabûyîyan Besna Tosun, daxuyanî xwend.
Besna Tosun diyar kir ku bi sedan kes di binçavan de hatine windakirin, çarenûsa wan di tariyê de maye û sûcdar û berpirsiyar nehatine cezakirin. Besna Tosun anî ziman ku Tirkiye heta niha nekariye bibe dewletek demokratîk û got "Em hêvî dikin ku gava ku duh ji hêla PKK-ê ve hat avêtin bibe destpêkek ku rê li ber Tirkiyeyek demokratîk veke. Em dixwazin ku rewşa rawestandina şer mayînde be û hêviya aştiyê xurt bibe. Em dizanin ku Tirkiyeyek bi tevahî demokratîk mimkun e."
Em dixwazin di daxuyaniya xwe ya îro de girîngiya daxuyaniyên Serokkomar Recep Tayyip Erdogan tekez bikin, ku berpirsiyariya dewletê ji bo windakirinên bi zorê qebûl dike. Lêbelê, berpirsiyariya dewletê di çarçoveya mafê tazmînatê de bi tenê bi qebûlkirina sûc ve sînordar nîne. Divê dewlet sûcdarên windakirinên bi zorê û yên ku çavên xwe ji van sûcan digirin darizîne û ceza bike. Wekî din, divê rêz li daxwazên xizmên windakiriyên di bin çavan de ji bo edalet û rastiyê bigire.
Besna Tosun bi van daxwazan bang li Serokkomar Tayyip Erdogan kir:
"*Tavilê Qada Galatasarayê divê bê sînorkirin ji Dayikên Şemiyê re bê vekirin.
*Tavilê divê Peymana Navneteweyî ya Parastina Hemû Kesan ji Windakirinên Bi Zorê îmze bikin.
*Windakirinên bi zoarê divê wekî sûcekî cuda bên destgiritn û dosyayên ku bi hinceta demboriyê hatine girtin divê demildest bên vekirin."
Ramazan Kaya berî bi 33 salan hat revandin
Çalakî bi parvekirina çîroka Ramazan Kayaku berî 33 salan di binçavan de hat windakirin, berdewam kir. Besna Tosun windabûna wî wiha vegot: "Ramazan Kaya yê 28 salî li gundê Eryol ê Dîyarbekirê dijiya û debara xwe bi çandinî û xwedîkirina sewalan dikir. Di 7'ê Tîrmeha 1992'an de, dema ku bi traktora xwe ber bi Dîyarbekirê ve diçû, li nêzî Qereqola Jendermeyan a Mermerê ji aliyê çar cerdevanên çekdar ve hat revandin. Bûyer li ber çavên gundiyan di mînîbusekê de ku ber bi Licê ve diçû qewimî. Ramazan Kaya li hember cerdevanan li ber xwe da û ji rêwiyên minîbusê re got, 'Min xilas bikin!' Lê belê ji ber çekên ku nîşanî rêwiyan hatin kirin rêwiyan nikaribû wî xilas bikin."
Besna Tosun got ku çiqas sal derbas bibin ew ê qet dev ji daxwaza edaletê ji bo Ramazan Kaya û hemû windahiyên xwe bernedin û got," Divê dewlet di çarçoveya normên qanûnî yên gerdûnî de tevbigere."
Çalakî bi danîna qurnefîlan li qadê bi dawî bû.