
Li Wanê jinên dema dîrokî temaşe kirin: Riya aştiyê vebû
- 09:06 12 Tîrmeh 2025
- Rojane
Nazlican Nûjîn Yildiz-Rabîa Onver
WAN-Jinên Wanê yên merasîma mezin a berdana çekan a dîrokî temaşe kirin wiha gotin: “PKK’ê gav avêt. Dor ya dewletê ye.”
Koma Aştî û Civaka Demokratîk, li herêma Şikefta Casenê ya Silêmaniyê ya Herêma Başûrê Kurdistanê, li ser banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, merasîmek tunekirina çekan li dar xist. Heyet û rojnamevanên ji çar aliyên cîhanê beşdarî merasîma li Silêmaniyê bûn. Rojnamevan jî ji otêlek li Dukanê merasîm temaşe kirin. Merasîma ku li seranserê cîhanê deng veda, bi rojan berê li bajaran coş, heyecan, hêvî û meraqek mezin çêkir.
Jinên li navçeya Artemêt a Wanê li taxa Suphan hatin gel hev dîmen temaşe kirin û piştre hestên xwe parve kirin. Jinan gotin ev merasîm ji bo aştiyê gelek girînge.
Fatma Turgut:Ev rewş wê bibe wesîleya aştî û hêviyê. Hêvîdarim wê aştî pêk bê. Em ê jî bigihêjin armanca xwe. Hêviya me ev e ku serokatiya me azad bibe û em jî wek hemû kesî bijîn.
Ayşe Turgut: Em aştiyê dixwazin Em nasnameya xwe dixwazin. Me ji serokatiya xwe agahî girt. Em aştiyê dixwazin.
Porê Çetîn:Dema çek hatin îmhakirin ez xemgîn bûm. Em aştiyê dixwazin. Gav hat avêtin. Êdî dora dewletê ye.
Hediye Koç: Em vê pêvajoyê bi nirx dibînin. Divê her kes pêvajoyê esas bigire. Ez hemû kesên di koma aştiyê de pîroz dikim. Barekê mezin hilgirtin û hatin vê rojê. Ev gava hatiye avêtin gava têkoşîna 50 saliye. Piştî vê gavê divê dewlet gava şênber bavêje.
Hatîce Akdogan:Îro rojek cuda ye. Yekane daxwaza mın ew e ku ev gav bibe wesîleya aştiyê. Me zarokên xwe winda kirin. Êşa wê heye lê em êdî aştiyê dixwazin. Divê dewlet gavê bavêje.
Meryem Tuncer:Me dîmen dîtin me rondik barandin. Em hem kêfxweş hem xemgîn bûn. Me gav avêt lê hîna dewletê tiştek nekiriye. Rojek pir hestiyar bû. Bila aştî ji bo pêşeroja zarokan be.
Xurşe Turgut: Rojek dîrokî bû. Em giriyan, me tilîlî jî kişandin. PKK’ê dest ji çekan berda. Gav avêt. Bila dewlet jî gavê bavêje. Çavên me êdî li dewletê ye.