Danişîna doza Narîn Guran hat taloqkirin

  • 15:47 29 Çile 2026
  • Hiqûq
AMED - Têkildarî qetilkirina Narîn Guranê de bi îdiaya “parastina sûcdar” danişîna doza der heqê 15 kesan de hat lidarxistin.
 
Li gundê Çûliyê yê Rezan a Amedê, cenazeyê Narîn Guran a ku di 21’ê Tebaxa 2024’an de winda bûbû, di 8’ê Îlonê de hate dîtin. Der heqê mirina Narîn Guranê de bi îdiaya “parastina sûcdar” der heqê 15 kesan de doz hate vekirin. Danişîna dozê li Dadgeha 17’emîn a Cezayê Giştî ya Amedê hate lidarxistin. Danişîna ku hinek bersûc û parêzerên wan beşdar bûbûn de, destûr nedan ku nûnerê Komeleya Têkoşîna li dijî Îstîsmara Zarokan a Saadet Ogretmen (UCIM) tev li bibe. 
 
Danişîn taloqî 11’ê Hezîranê bû.