Li Agiriyê hefteya cejna ziman
- 17:51 20 Sibat 2026
- Rojane
AGIRÎ - Bi pêşengiya Komeleya Çand û Ziman a Ararat-Kurdî di çarçoveya 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê li kolana Cumhuriyetê stand hat vekirin. Di standa hat vekirin de balonên ku tîp û gotinên Kurdî li ser hatibûn nivîsîn li zarokan hatin belavkirin. Her wiha ruyê zarokan jî bi rengên kesk, sor û zer hatin boyaxkirin.
Komeleya Çand û Ziman a Ararat-Kurdî di çarçoveya 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê li kolana Cumhuriyetê stand hat vekir. Di standa hat vekirin de balonên ku tîp û gotinên Kurdî li ser hatibûn nivîsîn li zarokan hatin belavkirin. Her wiha ruyê zarokan jî bi rengên kesk, sor û zer hatin boyaxkirin. Welatiyan û malbatan eleqeyek mezin nîşanê standê dan.
Welatiyan seranserê rojê serdana standê kirin.







