Daxwaza bila Kirmanckî bibe zimanê fermî

  • 17:52 20 Sibat 2026
  • Rojane
AMED - Meclisa Kirmanckî, di çarçoveya Roja Zimanê Dayikê de ji bo Kirmanckî bibe zimanê perwerdehiyê ji UNESCO, Serokkomar û Wezareta Perwerdehiyê re name şandin.
 
Meclisa Kirmanckî (Zazakî) di çaçroveya 21'ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê de, ji bo zaravayê Kirmanckî winda nebe bi dirûşmeya "Ez naxwazim zimanê min winda bibe" ji UNESCO, Serokkomar û Wezareta Perwerdehiyê ya Neteweyî re name şandinç Name li navçeya Sûr a Amedê bi rêya PTT'ê hatin şandin. Endamên meclisê paşê li ber PTT'ê daxuyanî dan. Di dema daxuyaniyê de pankarta “Ez nêwazena ziwanê mi windi bibo” hat vekirin û dowîzên “ziwanê mi sinorê welatê min o” hatin hilgirtin. Nûnerên rêxistinên civaka sivîl û partiyên siyasî tevlî daxuyaniyê bûn.
 
Di daxuyaniyê de kirmanckiya metna di nameyan de ji aliyê Hevseroka MED-DER'ê Şukran Yakûtê ve hat xwendin.