Xizmên Windayan: Bila kiryar bên darizandin

  • 14:42 28 Adar 2026
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Xizmên Windayan û rêveberên şaxên ÎHD'ê yên Amed, Colemêrg, Êlih, Riha û Îzmîrê ev hefte jî li aqûbeta windayan pirs kirin û xwestin winda bên dîtin û faîl bên darizandin û girtin.
 
Xizmên Windayan û rêveberên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) wek her hefteyê ev hefte jî çalakiya “Bila winda bên dîtin û faîl bên darizandin” li Amed, Êlih, Riha, Colemêrg û Îzmîrê berdewam kirin. Di çalakiyan de hate xwestin ku winda bên dîtin û faîl û berpirsiyar bên darizandin û girtin.
 
Amed 
 
Xizmên Windayan û Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê li ber Bîrdariya Mafê Jiyanê ya Parka Koşûyolûyê ya navçeya Rezan a Amedê di hefteya 894'emîn de çalakiya xwe ya “Bila winda bên dîtin û faîl bên darizandin” li dar xistin. Hevseroka ÎHDê ya Giştî ya Berê Eren Keskîn, endam û rêveberên ÎHDê yên navend û Amedê, xizmên windayan, nûnerên saziyên sivîl û gelek kes tev li çalakiyê bûn. Di çalakiyê de çalakvanan pankarta ku wêneyên kesên hatine winda kirin û qetilkirin li ser vekirin û wêneyên wan rakirin. Di çalakiya vê hefteyê de çîroka Îlyas Eren ê ku di 11'ê Adara 1997'an li Amedê hate binçavkirin û ji wê rojê ve agahî jê nayên girtin hate xwendin. ‘Aştiyek mayînde bi edalet û heqîqetê pêkane’
 
Di çalakiyê de Hevserokê ÎHD'ê yê Giştî Cîhan Aydin beriya ku çîrok bê xwendin, bal kişand ser têkoşîna ji bo windayan tê dayîn û got: “Ev 40 sal in şerekî dijwar tê meşandin. Derdê me ne tol e, derdê me edalet û heqîqet e. Em ê dengê xwe her tim bo edaletê bilind bikin. Em îro behsa aştiyê dikin. Belê aştî baş e em jî jê memnun in. Lê têre nake, ji bo ku ev aştî bibe aştiyeke mayînde divê gavên şênber bên avêtin. Daxwaza me ew e ku kujer bên darizandin û windayên me bên dîtin aştî dê wisa pêk were.”
 
Dû re Birayê Îlyas Eren, Hanîfî Eren bal kişand ser windakirina birayê xwe û da zanîn ku ji bo aştiyek mayînde divê daxwaza xizmên windayan pêk were. Hanîfî Eren di berdewama axaftina xwe de wiha got: “Faîlên windayên me diyar in. Heke behsa aştiyê were kirin divê dengê me bê bihîstin. Ji bo destpêka pêvajoya aştiyê divê dewlet guh bide me. Ji xwe beriya sed salan mirovên me hatine kuştin û windakirin. Em ji Komeleya Mafên Mirovan spas dikin ku ji me re bûne deng û bi me re li qadan diqîrin. Teqez divê kujer bên darizandin û em ê her tim daxwaza dîtina windayên xwe bikin.”
 
Piştre jî Rêvebera ÎHD'a Amedê parêzer Berfîn Elçî çîroka Îlyas Eren xwend û xwest ku faîlên Îlyas Eren bên dîtin û bên darizandin. Çalakî bi deqîqeyekî çalakiya runiştînê bi dawî bû.
 
Riha
 
ÎHD'a Rihayê çalakiya xwe ya 70'emîn li dar xist û daxwaza çarenûsa windahiyan kir. Gelek xizmên windahiyan beşdarî çalakiyê ya li ber Navenda Kirînê ya Novada Park bûn.
 
Daxuyaniya vê hefteyê li ser çarenûsa Ramazan Keskîn bû ku di sala 1994'an de li Amedê hatibû binçavkirin, ji navçeya Wêranşar a Rihayê ji bo xwendinê çûbû wir û cenazeyê wî hefteyek şûnda hatibû dîtin. Selma Ateş, rêvebera ÎHD'ê, li ser navê xizmên windahiyan daxuyaniya çapemeniyê xwend. Selma Ateş diyar kir ku ew ê têkoşîna xwe ji bo Ramazan Keskîn û welatiyên din ên ku di dema binçavkirinê de winda bûne bidomînin û got: "Wekî parêzvanên mafên mirovan, çend sal jî derbas bibin, em ê dev ji lêgerîna xwe ya edaletê ji bo windahiyên xwe bernedin."
 
Daxuyanî bi çalakiya rûniştinê ya yek deqîqeyî bi dawî bû.
 
Êlih 
 
Xizmên Windayan û Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Êlihê li pêşiya Bîrdariya Mafên Mirovan a Kolana Gulistanê kom bûn û di hefteya 730'î de çalakiya “Bila winda bên dîtin û faîl bên darizandin” li dar xistin. Xizmên Windayan, rêveberên ÎHD'ê û gelek kes tev li çalakiyê bûn û wêneyên windayan rakirin. Xizmên Windayan û rêveberên ÎHD'ê vê hefteyê li aqûbeta Îzzet Seven ê ku di Nîsana 1998'an de li Êlihê ji aliye dewletê ve hatibû windakirin pirsîn. Endamê ÎHDa Êlihê Metîn Nas çîroka Îzzet Seven xwend.
 
Metîn Nas diyar kir ku Îzzet Seven di salên 90'î de ji aliyê dewletê ve hate revandin û qetilkirin û çîroka Îzzet Seven a ji devê hevjîna wî wiha vegot: “Îzzet Seven di Nîsana 1998an de piştî nimêja nîvro ji malê derket û ew çû ser karê xwe. Dema ku ew sibehê nehat malê, me ji hevalên wî yên li ser kar pirsî. Wan jî got ku ew nehatiye kar. Me xizmên xwe agahdar kir lê kesî ew nedîtibû. Li ser vê yekê, me dest bi girî û nalînê kir. Di salên 90'î de her roj çend kes li kolanên Êlihê dihatin qetilkirin an jî revandin. Me serlêdanên nivîskî ji rayedaran re pêşkêş kirin û îfadeyên me dihatin girtin. Polîsan ji hevjîna Îzzet Seven, Emîne Seven re gotin ku ‘me hevjînê te nedîtiye.’ Pişt re gotin ‘Dibe ku ew ji hêla rêxistina Hîzbullahê ve hatibe revandin.’”
 
Daxuyanî bi deqîqeyekê çalakiya rûniştinê bi dawî bû.
 
Colemêrg 
 
Şaxa ÎHD'ê ya Colemêrgê û Xizmên Windayan çalakiya “Bila winda werin dîtin, faîl werin darizandin” li Kolana Hunerê pêk anîn. Malbat û parêzvanên mafên mirovan ku di hefteya 220'emîn a çalakiya xwe de hatin cem hev, li aqûbeta Bişeng Anik a 17 salî pirsîn ku di Newroza Şirnexê ya sala 1992'yan de hatibû binçavkirin û bi îşkenceyê hatibû kuştin. Daxuyanî ji hêla Hevserokê ÎHD'a Colemêrgê Ozan Akbaş ve hat xwendin.
 
Ozan Akbaş diyar kir ku Anik di roja Newroza 1992'yan de bi serdegirtina mala wan a ji hêla tîmên taybet ve hatibû binçavkirin. Ozan Akbaş anî ziman ku tevî hemû îtirazên malbatê jî Bişeng Anik hatiye binçavkirin; kesên din ên ku heman rojê hatibûn binçavkirin hatine berdan, lê Anik nehatiye berdan.
 
Ozan Akbaş da zanîn ku tevî hemû serlêdanên malbatê jî rayedaran îdiayên binçavkirin û îşkenceyê red kirine û wiha got: “Serê sibê polîsan li malbatê geriyane û agahî dane ku Anik li qereqolê çeka polîsekî girtiye û dawî li jiyana xwe aniye.” Akbaş destnîşan kir ku tevî malbat çûye qereqol û nexweşxaneyê jî cenazeyê Anik nîşanî wan nedane û rêyên diçin nexweşxaneyê hatine girtin. Akbaş bi bîr xist ku parlamenterên SHPê yên wê demê ji bo lêkolînkirina bûyerê hewl dane, lê waliyê wê demê Mustafa Malay îdiayên îşkenceyê red kirine û parastiye ku bûyer “întihar” e.
 
Ozan Akbaş bal kişand ser daxuyaniyên îtirafkar Murat Îpek ên piştî salan û diyar kir ku beyanên der barê ku Anik piştî îşkenceya di binçavkirinê de jiyana xwe ji dest daye, derketine holê. Akbaş destnîşan kir ku tevî van beyanan jî tu doz nehatine vekirin û hemû serlêdanên malbatê bi hinceta “întiharê” hatine redkirin.
 
Ozan Akbaş diyar kir ku tevî Bişeng Anik a 17 salî di binçavkirinê de bi îşkenceyê jiyana xwe ji dest daye jî, berpirs nehatine dîtin û darizandin. Akbaş anî ziman ku bûyer wekî “faîlê wê nenas” hatiye hiştin û wekî parêzvanên mafên mirovan ew ê têkoşîna xwe bidomînin.
 
Ozan Akbaş ji bo Bişeng Anik û hemû windayan daxwaza xwe ya edaletê dubare kir.
 
Îzmîr 
 
Şaxa ÎHD'a Îzmîrê, çalakiya rûniştinê ya ku ji bo bîranîna kesên di binçavan de hatine windakirin ku du hefteyan carekê li dar dixe, li ber Sumerbanka Kevn a Konakê berdewam kir. Di daxuyaniyê de pankartên “Winda diyar in, faîl li ku derê ne?” û “Winda wijdana te ne, xwedî li wijdana xwe derkeve” hatin vekirin. Metna daxuyaniyê ji aliyê rêvebera Şaxa ÎHDa Îzmîrê Evrim Kubilay ve hat xwendin.
 
Evrim Kubilay da zanîn ku ew vê hefteyê li aqûbeta Neslihan Uslu, Metîn Andaç, Hasan Aydogan, M. Alî Mandal, Ahmet Şahîn û Mîrze Ateş dipirsin. Kubilay diyar kir ku her şeş windayên navborî li Alaçatiya Çeşmeyê hatine binçavkirin, îşkence li wan hatiye kirin û piştre li keştiyekê hatine siwarkirin û li deryaya Seferîhîsarê keştî hatiye teqandin û got: “TGevî eşgal û nasnameyên kesên tevlî bûyerê bûne diyar in jî, lêpirsîneke bi bandor nehatiye meşandin û aqûbeta windahiyan di tariyê de hatiye hiştin.”
 
Evrîm Kubilay destnîşan kir ku dewlet mecbûr e windayan bibîne û faîlan bidarizîne û wiha got: “Divê ev berpirsiyarî demildest pêk were û aqûbeta hemû windahiyan were eşkere kirin. Çend sal derbas bibin jî, em ê ji bo hemû windahiyên xwe daxwaza edaletê bikin û bibîr bixin ku dewlet divê di çarçoveya pîvanên hiqûqa gerdûnî de tevbigere. Bila windahî werin dîtin, faîl werin darizandin.”