Zextên rejîma Îranê ya li ser girtiyên jin didome
- 16:00 11 Hezîran 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Zextên rejîma Îranê ya li ser girtiyên jin yên siyasî her ku diçe zêdetir dibe. Hat ragihandin, 7 jinên girtiyên siyasî yên li Girtîgeha Evîn ya Tehranê dimînin, cezayê qedexeya peywendiya telefonî ya li gel malbatên xwe li wan hatiye birîn.
Malpera Dengê Girtiyên Kurd û Îranî eşkere kir ku li Girtîgeha Evîn ya Tehranê 7 jinên girtiyên siyasî, ceza li wan hatine birîn û mafê peywendiya telefonî ya li gel malbatê li wan hatiye qedexekirin.
Jinên ku ceza li wan hatine birîn navên wan wihane; Şiwa Îsmaîlî, Merziye Farsî, Ferux Teqîpur, Zehra Sefayî, Îlahe Fuladî, Gulrux Îrayî û Sekîne Perwane ne.
Şîwa Îsmaîlî ya 60 salî, di adara 2022’yan de li Tehranê hat girtin, 10 sal û şeş meh cezayê girtîgehê lê hat birîn. Her weha Merziye Farsî ya 59 salî, di tebaxa 2023’yan de hat girtin û şeş sal cezayê girtîgehê lê hat birîn. Ferûx Taqîpûr ya 32 salî jî di tebaxa 2023’yan de cara duyemîn hat girtin û şeş sal cezayê girtîgehê lê hat birîn.
Gulrux Îrayî ya ku di îlona 2022’yan de hatibû girtin û 6 sal cezayê girtîgehê lê hatibû birîn, berê jî di Çileya 2016’an de hatibû girtin û 6 salan di girtîgehê de mabû. Ew piştî azadkirina xwe careke din hatibû girtin.
Sakîne Perwane di adara 2023’yan de hatibû girtin û 6 sal cezayê girtîgehê lê hatibû birîn. Ew berê jî di sibata 2019a’n de hatibû girtin û 3 salan di girtîgehê de mabû.
Her wiha Zehra Sefayî ya 63 salî, di meha îlona 2023’an de hat girtin û pênc sal cezayê girtîgehê lê hat birîn. Ev cara sêyemîne Sefayî dikeve girtîgehê. Berê jî bi tometa piştgirîkirina muxalefetê heşt salan girtî mabû. Îlahe Fuladî jî di Çileya 2023’yan de hat girtin û pênc sal cezayê girtîgehê lê hat birîn.








