Ayşe Irmak Koparan hate veşartin

  • 15:39 11 Hezîran 2026
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Wanê Nurgul Sadak ji aliyê mêrê ku pê re hatibû zewicandin ve hate kuştin. Mamoste Ayşe Irmak Koparan jî, ku bi awayekî gumanbar jiyana xwe ji dest dabû, li Îzmirê hate veşartin.
 
Li Taxa Salihiyeyê ya navçeya Erdîş a Wanê Nurgul Sadak a ku sê zarokên wê hebûn, ji aliyê mêrê ku pê re hatibû zewicandin Yakup Sadak ve hate kuştin.
 
Li gor agahiyên hatin wergirtin, Nurgul Sadak li stargeh parastina jinan dima û şeva borî bi çekê hate kuştin. Cenazeyê Nurgul Sadak ji bo otopsiyê rakirin morga Tıpa Edlî ya Wanê.
 
Mamoste Ayşe Irmak Koparan jî, di 7’ê Hezîranê de li mala xwe ya li navçeya Xamûrê ya Agiriyê bi awayekî gumanbar mirî hatibû dîtin. Cenazeyê wê li navçeya Torbali ya Îzmirê ku malbata wê lê dijî, hate veşartin.
 
Rêveberên DEM Partî û çalakvanên Tevgera Jinên Azad jî beşdarî merasîma veşartinê bûn.