Şahiya betlaneyê ya xwendekarên zarokistanê

  • 11:37 15 Hezîran 2026
  • Rojane
AMED -  Zarokistana Xalxalok û ya Perperike ku di bin banê Gerînendetiya Ciwan û Karên Civakî ya Şaredariya Peyasê de xebatan dimeşînin, li ÇandAmedê şahiya betlaneya perwerdehiyê ya dawî ya sala xwendinê li dar xistin. 
 
Di şahiyê de xwendekarên Kreş û Mala Lênihêrtina Zarokan a Xalxalok û Perperike ku perwerdehiya pirzimanî dibînin, bi coş û kêfxweşiyeke mezin cih girtin. Zarokistanên ku bi zimanê dayikê, çand û nasnameya kurdî xebatên xwe didomînin, bi vê şahiyê careke din tevkariya xwe ya hêja di pêşveçûna hişî, civakî û hestyarî ya zarokan de nîşan dan. 
 
Mamosteyên Zarokistanan diyar kirin ku ew ê qadên jiyanê yên ku zarok tê de bi azadî hîn dibin, bi zimanê dayikê û nirxên çandî re dicivin, hîn firehtir bikin. Piştî axaftinên kurt, dik ji zarokan re hate hiştin û zarokan bi kelecaneke mezin hunerên xwe pêşkêş kirin. 
 
Şahî bi beşdariya Alîkarên Hevşaredarên Peyasê, endamên Meclisa Şaredariyê û malbatên zarokan hate lidarxistin. Zarokan bi pêşandanên rengîn, stran, govend û şahiyên cihêreng kêliyên xweş û bîranînê afirandin. Malbatan jî bi çepik û tilîliyan piştgiriya xwe nîşanî zarokên xwe dan û şahiya ku bi coşeke mezin domiya, bi awayekî dilşad bi dawî bû. 
 
Ev ê şahiya zarokistanan careke din girîngiya perwerdehiya bi zimanê dayikê û rola wê di geşepêdana zarokan de anî ziman.