Sedema êrîşên li dijî mafê nefeqeyê:Polîtîkayên malbatê

  • 09:04 23 Tîrmeh 2026
  • Rojane
AMED- Parêzerên Navenda Mafê Jinan a Baroya Amedê diyar kirin ku desthilatdariya AKP’ê destkeftiyên jinan hedef digirin û gotin: “Nêzîkatiyeke ku hewl didin jinan bê ewlehî bihêlin, bê nefeqe bihêlin û di zewacên tundî lê heye de heps bikin.”
 
Êrîşên li dijî jiyan û destkeftiyên jinan her diçin giran dibin. Di rojên borî de Dadgeha Destûra Bingehîn, sererastkirina nefeqeyê ya bêdem ya ji bo jinên dest ji hevjînê xwe berdane dihat dayîn betal kir. Bi polîtîkayên ku pêk tên jin ji qada cemawerî tên dûrxistin û her wiha desthilatdarî beramberiya keda jinan nade û jinan dixin nav lepê tundiyê
 
Parêzerên Navenda Mafê Jinan a Baroya Amedê, der barê armanca êrîşên li hember mafê nefeqeyê de axivî.
 
Polîtîkayên êrîşê didomin
 
Hatîce Demîr da zanîn ku nîqaşên nefeqeyê bi rapora komîsyona destberdanê ya ku di 2016’an de hatiye amadekirin kûrtir bûye û hedef hatiye girtin û got: “Di raporê de dihat gotin barê dayîna nefeqeyê zêdetir li ser mêran e, ji ber dem nehatiye diyarkirin rê li ber mexdûriyeta mêran tê vekirin û li ser vê jî li dijî mafê nefeqeya jinan êrîşên cidî dest pêkirin. Nêrînek weke ‘jin demek kurt zewicandî dimînin û bi salan nefeqeyê digirin’ ava kirin û mixabin ev êrîş li ser çapemeniya civakî gihiştin astek cidî. Di lêkolînên hatine kirin de gelek tiştên tên îdiakirin ne rast in. Sererastkirina ‘di destberdanê de aliyê dikeve xizaniyê ji aliyê din dikare nefeqeyê ji bo debarê daxwaz bike’ heye. Qanûna medenî zayendê nabêje. Yanî kîjan alî hewcedar be dixwaze.”
 
‘Dayînên nefeqeyê divê di bin garantoriya dewletê de be’
 
Hatîce Demîr got li ser 2 hezar û 97 dosyayî lêkolîn kirine û ji sedî 74 welayeta zarokan ji dayikan re dimîne û ji sedî 17 jî ji bavan re dimîne. Hatîce Demîr wiha dawî lê anî: “Derfetên jinan yên zarokên xwe bihêlin û tevli îstîhdamê bibin tuneye. Jin nikarin hem li zarokan binêrin hem jî biçin bixebitin. Ji ber li Tirkiyeyê derfetên kreşan tuneye. Ji ber vê jî jin mexdûr in. Ji bo mexdûriyet ji holê rabe divê standartên jiyana asgarî yên nefeqeyê hebin. Divê dayînên nefeqeyê di bin garantoriya dewletê de bin. Lê desthilatdariya AKP’ê destkeftiyên jinan hedef digirin. Nêzîkatiyeke ku hewl didin jinan bê ewlehî bihêlin, bê nefeqe bihêlin û di zewacên tundî lê heye de heps bikin.”
 
'Berdewamiya polîtîkayên malbatê ye'
 
Cansel Talay jî destnîşan kir ku li gelek welatî li pêş mafê nefeqeya jinan astengî hene û wiha dirêjî dayê: “Hem li Tirkiyeyê hem jî li gelek welatên din polîtîkayên malbatê zêde bûn. Armanca wan ev e ku pêşî li destberdanê bigirin. Sedema vê jî polîtîkayên nifûsê ye. Ji ber nifûsa ciwanan tê wateya hêza kar, pere û piyasê. Ji ber vê naxwazin destberdan hebin û dixwazin hejmara zarokan zêde bibe. Li Tirkiyeyê rêjeya welidînê ketiye. Ji bo pêşî li destberdanan bigirin radikin. Em ê şopdarê mijarê bin. Ev mijar me hemûyan eleqeder dike.”