Xelata Aştiyê ya Nobelê dan Navi Pillay

  • 14:25 9 Cotmeh 2026
  • Cîhan
NAVENDA NÛÇEYAN - Komîteya Xelatên Nobelê, Xelata Aştiyê ya Nobelê ya sala 2026an da hiqûqnas û parazvana mafên mirovan Navanethem “Navî” Pîllay.
 
Akademiya Zanistî ya Kraliyeta Swêdê bi daxuyaniya li paytexta Swêdê Stoklomê Xelata Aştiyê ya Nobelê ya sala 2026an eşkere kir. Komîteyê diyar kir ku wan ji ber xebatên, ‘Arestekirina aştiyê û teşwîqkirina hiqûqa navneteweyî’ xelat daye hîqûqnasa ji Efrîqaya Başûr, Navanethem “Navî” Pîllay.
 
Komîteya Xelatê di berdewama daxuyaniya xwe de bi lêv kir ku Navanethem “Navî” Pîllay ji bo sûcên li dijî mirovahiyê hatine kirin derxîne pêşberî darazê xebatên girîng daye meşandin û wê di vê xebata xwe de bi wêrektî û dirust tevgeriyaye.