Xelkê Mexmûrê bi meşekî girseyî komploya 9’ê Cotmehê şermezar kir

  • 12:37 9 Cotmeh 2026
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Şêniyên Wargeha Penaberan a Mexmûrê bi meşek girseyî komploya 9’ê Cotmehê şermezar kirin. Di meşê de banga azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat kirin.
 
Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) bi meşekî girseyî komploya 9’ê Cotmehê ya li dijî Rêber Apo hate şermezarkirin. Meş li ber deriyê Komîteya Malbatên Şehîdan bi tevlîbûna hezaran kes û xwendevanan destpê kir û heta li ber avahiya Neteweyên Yekbûyî berdewam kir. Di meşê de wêneyên Rêber Apo û dovîzên ku komployê şermezar dikin hatin hildan. Her wiha diruşmeyên ‘Bijî Serok Apo’, Bê Serok Jiyan Nabe,’ Kesek Nikare Roja Me Tarî Bike’ û ‘Apo Roja Me Ye Em Agirê Dora Wî’ hatin berzkirin.
 
Girse piştî ku li ber avahiya Neteweyên Yekbûyî kombûn, deqeyek rêz ji bo tevahî cangoriyên azadiyê hate girtin û piştî wê li ser navê xelkê wargehê, Hevseroka Meclîsa Gel a Demokratîk ya Mexmûrê Hazar Nerexî daxuyanî da.
 
Hazar Nerexî di serî de Komployê bi tundî şermezar kir û got: “Ev komplo li dijî Rêber Apo û gelê Kurd hate pêkanîn. Rêber Apo bi têkoşîna xwe ev komplo vala derxist. Armanca me hertim azadiye. Îro pêvajoyek hatiye destpêkirin û PKK’ê xwe fesih kiriye. Êdî ti hêcet nemaye li pêşiya azadiya fîzîkî ya Rêber Apo. Emê wek gel heta azadiya fîzîkî ya Rêber Apo têbikoşin. Em di vê rêyê de bi biryarin. Em wek gel rê nadin komplogeran. Ev komplo çiqas li dijî Rêber Apo hatibe pêkanîn jî, armanc ji holê rakirina Kurdan bû. Lê belê îro Rêber Apo hebuna Kurdan daye îspatkirin û Kurd ji mirinê rizgarkiriye. Wek gelê Kurd û Tevgera Apoyî xwedî têkoşînek 50 salîne, bi sedan Kurdan ji bo şermezarkirina vê komployê canê xwe feda kirin, bi sedan kesan agir berdan bedena xwe û gotin kesek nikare roja me tarî bike. Em wan ti caran ji bîr nakin. Wê têkoşîna wan neyê jibîrkirin. Em minetdarê wanin. Emê di vê pêvajoyê de xwe hîn zêdetir pêşbixin û bibin bersiva pêvajoyê. Em dubare komployê şermezar dikin û bang li jin û ciwanan dikin, xwedî li Rêber Apo derbikevin û li dora Rêber Apo bibin xelekek ji agir.”
 
Piştî daxuyaniyê diruşmeyên ‘Bê Serok Jiyan Nabe,’ ‘Kesek Nikare Roja Me Tarî Bike’ û ‘Apo Roja Me Ye Em Agirê Dora Wî’ hatin berzkirin.