Evîndar Ararat: Hemû barî em nikarin bidin ser milê Rêber Apo
- 12:36 9 Cotmeh 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Evîndar Ararat diyar kir ku ji bo rêveçûna pêvajoyê weke tevgerê wan gavên ji dil û cidî avêtin û got, "Dewlet bi gotina 'terorê' eniya hundirîn nikare xurt bike. Ya ku eniya navxweyî xurt dike tifaqa gelan e, tifaqa civakê ye."
Endama Koordînasyona PAJK'ê Evîndar Ararat beşdarî Bernameya Taybet a Stêrk TV bû û komploya navneteweyî ya li hemberî Rêber Apo û rewşa dawî ya Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk nirxand. Hevpeyvîna bi Evîndar Ararat re bi vî rengî ye:
*Em di meha Cotmehê de ne. 4'ê Cotmehê endama Navenda Lêkolînên Jineolojiyê Nagîhan Akarsel, dîsa 7'ê Cotmehê Gûrbetellî Ersoz, heman demê 25'ê Cotmehê salvegera şehadeta Bêrîtan-Gulnaz Karataş e. Her wiha şehîd Rojîn Gewda, Arîn Mîrkan jî di meha Cotmehê de şehîd bûn. Ji komployê heta muzakereyê şehîdên ku bûne sembol in. Van şehîdan çi bi jinan, gelê Kurd dan qezençkirin, divê çawa xwedî li bîranîna wan bê derketin?
Mirov dikare bibêje meha Cotmehê meha şehîdan e. Weke meha Gulanê çawa di şexsê hevalên berxwedêr ên zindanan em weke meha şehîdan pênase dikin, meha Cotmehê jî ji aliyê pêşengên şoreşa me, fermandarên artêşbûna me û heman demê têkoşîna me ya bîrdoziyê hevalên ku pêşengî kirin, dîsa weke heval Gûrbetellî xeta rojnamevaniya çapemeniya azad ked da, weke heval Zîlan-Nagîhan Akarsel gelek hevalên me yên pêşeng hene ku di vê mehê de li ber xwe dan û şehîd bûn. Di şexsê wan hevalan de ez dixwazim hemû şehîdên me yên şoreşê bi rêzdarî bi bîr bînim. Heval Bêrîtan em zanin li hemberî xeta xiyanetê û hevkarê dijmin bû sembola têkoşîna azadiya jinê. Bû weke bingeha avabûna artêşbûna jinê. Hevala Bêrîtan roleke bi vî rengî lîst. Di xeta bîrdoziyê de kûr dibe, bi berdêlên giran ji bo azadiya jinê têkoşiya. Hem ji aliyê fermandariya artêşbûna jinê, hem ji aliyê xeta azadiya jinê kûr bû, sembola xeta bîrdoziyê ya tevgera jinên Kurd e. Ji ber wê em dikarin bibêjin, hevala Bêrîtan bi şêwaza xwe ya tevlîbûna şoreşê, şêwazê meşa wê ya li nava şoreşê, pêngava radîkal a li ser xeta azadiyê pêşengî kir. Bi hezaran Bêrîtan li ser vê xetê niha dimeşin. Serokatî jî şehadeta hevala Bêrîtan hem li hemberî xeta hevkarê dijmin, nokeriyê weke xeta berxwedanê pênase kir. Hem jî kir bingeha artêşbûna jinê. Şêwazê şehadeta wê jî bi vî rengî, ked û sekna wê ya bîrdoziyê pîvan diyar kir. Di dîroka jinên cîhanê de jî sekn, kesayetiya hevala Bêrîtan, pêşengiya wê ji bo jinên cîhanê jî mîrateyeke bêhempa afirand. Heman demê heval Gûrbetellî, heval Zeynep ew jî hem beriya tevlî şoreşê bibe weke şoreşgerekê jiya, ji bo dengê gelê Kurd, mafê gelê Kurd, daxwazên gelê Kurd ên ji bo jiyaneke azad, Kurdistaneke azad, ji bo vê bide nasîn, hişyariyê li nava gelê Kurd biafirîne, ciwanan tevlî têkoşînê bike, weke rojnamevanek, rewşenbîrek û jineke entelektuel pêşengî kir. Bi vê şêwazê karê rojnamevaniyê kir. Di berxwedana zindanan de hevala Zeynep cih girt. 2 caran hate girtin. Serî netewand. Hem di rojnamevaniya çapemeniya azad de israr kir, hem jî di xeta azadiya jinê de ji bo neteweyeke azad, ku jin jî di nav de azad be, têkoşiya. Ronîkirina civakê, perwerdekirina civakê, ji bo afirandina siyaseta demokratîk a vê têkoşînê, rengê jinê, zimanê jinê hevala Gûrbetellî roleke sereke lîst. Di dîroka me û ya Tirkiyeyê de jî hîn di pêvajoya salên 1990'î de ku dewleta Tirk hovîtiyek dida meşandin, weke jinekê di rojnameyekê de bi berpirsyariyê rabû. Li wir hat girtin, zexteke mezin lê hate kirin. Wê demê rojname dihate girtin, kesên rojnamevan, yên rojname belav dikir dihatin qetilkirin, dihatin girtin, serdegirtina navenda rojnameyên wê demê; Ozgur Ulke dihate kirin. Wê demê li gel ewqas zilm û zextê, hevala Gûrbetellî weke jinekê, weke rojnamevanek di xeta çapemeniya azad de bi roleke sereke rabû. Ji ber wê ji aliyê ronîkirin, perwerdekirina civakê de, ji aliyê têkoşîna siyasî û bîrdoziyê de weke jinekê, jineke şoreşger û rojnamevan hevala Gûrbetellî roleke sereke lîst. Pey wê çû qada Serokatî. Hat qada çiyê, gerîla. Piştî avabûya YAJK'ê di rêveberiya YAJK'ê de cih girt. Weke fermandarekê di têkoşîna gerîla de cih girt. Bi vî rengî di sala 1997'an de di kemîna tankê de şehîd bû.
Di heman demê de hevala Rojîn Gewda weke fermandareke me ji Botanê rabû. Bi welatparêziya Botanê, hezkirina ji xwezayê, weke jineke berê xwe bide çiyê, bibe fermandar mînak e hevala Rojîn Gewda. Hem di hevrêtiya xwe de hem di aliyê fermandariya xwe de bi rastî mînak e. Jiyana wê ya dilnizm, dilsoziya wê ya bi hevrêtî, Serokatî, Kurdistan û gelê Kurd mînak e. Rêbaza wê ya şer jî mînak e. Di nava gerîla de ji bo afirandina rê û rêbazên gerîla pêşengî kir. Bi fedakarî û biryardarî têkoşiya. Bi van taybetmendiyên xwe di artêşbûna jinê de bi roleke sereke rabû. Di avabûna partîbûna jinê de weke pêşengek, rêveberekê heval Rojîn Gewda rola xwe lîst.
Hevala Zîlan hem rojnamevan e, hem di afirandina entelektueliya li nava jinê de bi rola pêşengiyê rabû. Hem li qada siyasî, civakî pir ked da li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê, hem piştî wê ji aliyê avabûna Komîteya Jineolojiyê de weke hêza jinê, aqlê jin ê entelektuel, bîrdozî, hêza perwerdekirina civakê, jin, zarok û ciwanan, lêkolînên li ser dîroka jinê, afirandina berheman bi roleke sereke rabû. Mirov dikare bibêje, ev hemû aliyê têkoşîna me, bîrdoziya azadiya jinê, têkoşîna perwerdekirina civakê, avakirina bingeha şoreşa jinê hem aliyê rewşenbîriyê, ronakbîriyê hêza entelektuel a aqlê jin, aliyê polîtîk dibe, aliyê bîrdozî, rêxistinî dibe, heman demê di rêxistinkirina civakê bi xwe de pêşengî ji jin û civakê re kir, roleke sereke lîst. Ji aliyekî ve weke heval Rojîn Gewda, heval Zeynep-Gûrbetellî, hevala Bêrîtan bi hezaran hevalan re rê vekirin ku bibin fermandarên artêşê, bibin milîtan û rêveberên partîbûna jinê, di şoreşa jinê de ji aliyê ronakbîriyê bi pêşveçûn çêbibe, afirandina hafizeya dîrokî de roleke sereke lîst. Hem jî xeta jin a azad dan avakirin. Kesayeteke jin a azad, şoreşger, sosyalîst divê çawa be; piralîbûna wê divê çawa be, bûn mînak. Hem di kesayetiya xwe de pêk anîn, hem jî bi dehan, bi sedan heval perwerde kirin. Ji bo tevahiya jinên Kurd, jinên Rojhilata Navîn bûn pêşeng. Em dikarin bibêjin îro jî di nava têkoşîna me de van hevalan mîrateyeke bêhempa ji bo hemû jinan û di serî de jinên Kurd ava kirin. Xeta me ya têkoşînê, kesayeta jin a azad, sosyalîst, şêwazê têkoşînê çi qonaxê astengî hebe jî bi îdîa û biryareke pir mezin di xeta avakirina azadiya jinê û serxistina şoreşa jinê de mîrateyeke bêhempa ava kirin. Xeta me diyar kirin. Pîvanên me diyar kirin. Di şexsê wan hevalan de şopdarên wan bi hezaran hevalên me yên şehîd hene. Em hemû şehîdên me yên şoreşê bi rêzdarî, hurmet bi bîr tînin. Soza em ew e ku em xeyalên wan hevalan, jiyaneke azad, Kurdistaneke azad, welatekî azad bi kesayeteke jin a azad ava bike. Ji bo civaka demokratîk, sosyalîst, wekheviya jin û zilam em têkoşîna xwe dewam dikin. Li ser vî esasî em ê hewl bidin hemû îdîa û biryara xwe bersiva wan xeyalên hevalan bidin. Li ser vî esasî em ê di jiyana azad de bi ser bikevin.
*7'ê Cotmehê di heman demê de Roja Rojnamevanên Jin e. Yên ku dan ser şopa Gûbetellî Ersoz bi pênûs û kamerayên xwe dikarin hîn bi xurtî çawa bimeşin, bidin pey rastiyê û jê re bibin bersiv?
Di şexsê hevala Gûrbetellî Ersoz de çapemeniya azad û kevneşopiya rojnamevaniya çapemeniya azad a jinê ji salên 1990'î û pê ve destpê kir. Bi taybetî piştî salên 2000'î ji aliyê birêxistinkirina rojnamevaniya jinê û şoreşa jinê ve pêşketin çêbûn. Li qadên ajans, televîzyon û kovaran, di kesayetiya rojnamevaniya jinê de bi dehan hevrê gihîştin û bi dehan sazî vebûn. Ev hemû weke bersiva li keda hevrêyên pêşengî ji vê şoreşê re kirin; weke rojnamevan, weke bûyîna dengê gelê Kurd û jinên Kurd dikare bêne pênasekirin. Mînak hevalên Şîlan Aras, Nûjiyan Erhan, Gulistan Tara, Dilovan, Hêro Bahaddîn, Nagîhan Akarsel, hemûyan dan ser şopa hevrê Gûrbetellî û di xeta çapemeniyê de û di çapemeniya azad de bi wezîfeyê rabûn, ked dan. Li ser vê bingehê hem ji bo perwerdekirina civakê, hem afirandina bîra civakî hem jî nîşandana hebûna gelê Kurd; di nava atmosfereke welê de ku dîroka Kurdan û jinan dihate veşartin û tine dihate hesibandin, dîroka jinê jinûve nivîsandin.
Jinan dîroka xwe jinûve nirxandin û dîroka jinên şoreşger veguherandin mîrateyeke hevpar a cîhanê û jinên cîhanê. Rojnamevantiyê bêguman di vir de roleke bingehîn lîst. Di şexsê van hevrêyan de meşa li ser şopa vê mîrateyê; ji aliyê rêxistinbûn, fikir û zanekirina civakê ve, ji aliyê bûyîna dengê jinan, gelên bindest di dîroka me de bûye xwedî cihekî navendî. Roleke bingehîn a van hevrêyan hebû. Îro li ser xeta çapemeniya azad bi dehan rêxistinbûn derketin holê. Di nava çapemeniya giştî de jî gelek jin bi rola xwe radibin, kar dikin, kedkarên çapemeniya azad in. Her wiha tevgera jinê û şoreşa jinê rêxistinbûnên xwe yên xweser ava kirin. Hûn jî yek ji van rojnamevanan e, di şexsê we û hevalên bi kamerayê dîmen dikişînin hem şehîdên çapemeniya azad, hem jî hevrêyên jin hemûyan bi hurmet bi bîr tînim, di têkoşîna azadiyê ya jinên Kurd de keda hemû rojnamevanên ku di vê têkoşînê de ked dane û hîn jî didin pîroz dikim. Di karê we de serketinê dixwazim, we silav dikim. Keda we, têkoşîna we, berdêlên ku we dane silav dikim.
*Em jî spas dikin. 9'ê Cotmehê roja destpêkirina komploya li hemberî Rêber Apo ye. Ji komployê û vir ve bêguman Rêber Apo hem di şexsê xwe de hem jî di tevgera azadiyê ya jinê de gelek guhertin pêk anî. Niha jî em di nava Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de ne. Guherîna ku ji komployê û vir ve bi Rêber Apo û tevgerê re çêbûn, gelo di nava dewletê de jî çêbû?
Beriya her tiştî hêzên ku komplo pêk anîn bi kîn û nefretê şermezar dikim. Îsal sala 28'an diqede, em dikevin sala 29'an a salvegera komployê. Di 9'ê Cotmeha 1998'an de ev pêvajoya ku plana wê berê hatibû kirin destpê kir. Zext li ser dewleta Sûriyeyê hate kirin û Rêbertî neçar hate hiştin ku ji Sûriyeyê derkeve. Bi vî rengî komplo di pratîkê de kete dewrê Piştî 15'ê Sibata 1999'an Rêbertî li Kenyayê dîl hate girtin û radestî dewleta Tirk hate kirin. 28 sal in Rêbertî li Îmraliyê di nava berxwedaneke zehmet û bêhempa de ye. Vê yekê di nava sîstema Îmraliyê de dewam dike. Ji salên 1990'î û pê ve, piştî Pêvajoya Îmraliyê jî, di salên 2006, 2009 û 2016'an de hemû hewldanên Rêberê me ji bo vê yekê bûn; muxatabekî bibîne û nîşan bide ku êdî divê ev pirsgirêk bê çareserkirin. Ji ber ku pirsgirêka Kurd zêdeyî sed sal in heye. Bi taybetî ji damezrandina Komara Tirkiyeyê û heta niha li ser bingeha înkarkirina Kurdan polîtîkayek hate meşandin. Mînak hate xwestin ku Kurd bi zorê bê asîmîlekirin, tinekirin û hebûna wan bê înkarkirin.
Ji bo ev yek ji holê bê rakirin û muxatabiyek bê afirandin ku mafên hiqûqî û siyasî yên gelê Kurd li ser bingeha çareseriyeke demokratîk bê naskirin, statuya gelê Kurd bê qebûlkirin, Rêbertî têkoşiya. Bêguman dema komplo hate kirin hedef ev bû. Yanî bi komployê hate xwestin ku Rêbertî bê tasfiyekirin. Ya rast di salên 1990'î de, yanî bi Şerê Kendavê yê Yekemîn û piştî wê re dixwestin ku dest li Rojhilata Navîn werdin, li herêmê dîzayneke nû bikin. Di çarçoveya berjewendiyên hêzên hegemonîk de wê hevsengiyên siyasî, aborî û leşkerî jinûve bihatina avakirin. Di polîtîkayên van hêzan de gelên bindest, gelên ku statuya wan nedihate qebûlkirin tine dihatin hesibandin. Gelên bindest li ser bingeha siyaseta hêzên hegemonîk timî di bin zextê de hatin hiştin. Komplo çima l hemberî Rêbertî, tevgera me û gelê Kurd hate kirin? Ji ber ku di dîzayna nû ya Rojhilata Navîn de fikrên Rêbertî, hêza di şexsê Rêbertî de û hêza PKK'ê asteng bû.
Mînak, fikrên Rêbertî li dijî sîstema kapîtalîst bû. Yanî em dibînin ku sîstema kapîtalîst, hêzên hegemonîk hebûna xwe, yan jî polîtîka û dîzayna xwe ya nû li ser bingeha şerê mezhebî, şerê neteweyan û şerê navbera bindestan ava dikin. Nexwestin ku yekîtiya gelan ava bibe. Nexwestin ku gel azad bibin. Xwestin polîtîkayên xwe li ser şer û nakokiyê bimeşînin. Rêbertî jî li hemberî vê yekîtiya gelan ji xwe re kir esas. Xwest li ser bingeha îradeya gelan mirov jiyana xwe dewam bike, jiyana xwe pênase bikin, xaka xwe bi rê ve bibin, yekîtiya xwwe ava bikin; ne ku gel li hemberî hev rabin û şer bikin. Mijareke din jî azadiya jinê ye. Di nava şoreşa PKK'ê de, cudahiya herî esasî ya PKK'ê çi bû? Tevlîbûna jinan a di asta pêşengiyê de li nava vê şoreşê bû. Azadiya jinê weke paşeroja welêt hate pênasekirin. Eger jin ne azad be welat jî ne azad e, mirovahî jî ne azad e. Rêbertî ev yek bi vî rengî pênase kir.
Baş e, modernîteya kapîtalîst xwe li ser çi ava kir? Dema ku komplo hate kriin bi operasyonan re hem CIA polîtîkaya xwe nÎşan da, hem jî di dema operasyonê de dewleta Tirk ev bang li leşkerên xwe dikir: "Destpêkê jinan bikujin." Çima digotin destpêkê jinan bikujin? Ji ber ku jinan bi Rêbertî re pêşengî ji vê şoreşê re kirin. Dixwest ku li ser xeta azadiyê li ser bingeha azadiya jinê civakeke azad biafirîne. Rola jinan a di nava şoreşê de ev bû. Ev jî astengî bû. Yanî ev jî li gorî siyasetê bi vî rengî bû. Dema ku mirov bala xwe dide ser komkujiyên sîstema modernîteya kapîtalîst ên li hemberî jinan, zextên li hemberî jinan, dibînin ku li dijî xeta azadiya jinê ya Rêbertî ye. Lewma em komployê weke komployek li dijî jinan, li dijî têkoşîna jinan pênase dikin. Ji ber ku Rêbertî jiyana azad ji bo me pênase kir. Danî holê bê kesayetiya jin a azad divê çawa be, çawa bê avakirin û têkoşîna azadiya jinê çawa bê meşandin.
Baweriya xwe pê anî ku jin pêşenga vê şoreşê ye; pêşî lê vekir, perspektîf da. Artêşbûna jinê, partîbûna jinê û rêxistinbûna jinê di nava şoreşê de bêhtir bi pêş ve bir û berfireh kir. Lewma her ku xeta azadiya jinê di nava şoreşa PKK'ê de bi pêş ket, sîstema hegemonîk, sîstema modernîteya kapîtalîst, sîstema li ser bingeha Îslam a siyasî, sîstema li ser bingeha netewe dewletê desthilatdarî û pergala xwe li ser bingeha eciqandina jinan ava kirin. Li hemberî vê yekê jî Rêbertî azadiya jinê bi pêş xist. Yanî şoreş bi azadiya jinê ve girê da. Hêzên hegemonîk ev yek weke gefeke bingehîn dîtin. Rêbertî gotibû, sedsala 21'ê sedsala jiNê ye, lê belê hêzên hegemonîk gotin, "Destpêkê jinê bikujin." Ji ber ku dixwestin ku serweriya aqlê mêr dewam bike. Lewma diviyabû jin bihata eciqandin, îradeya jinê bihate şikandin, jin diviyabû kole bûya, di xizmeta serweriya mêr de bixebitiya, jiyana wê ji aliyê mêr ve bihata diyarkirin.
Ji ber vê yekê dema ku mirov komployê dinirxîne dikare vê bibêje; komplo li ser bingeha dîlgirtina fîzîkî ya Rêbertî derket holê lê belê êrişa esasî hîn girantir bû. Êrişa esasî êrişeke îdeolojîk bû. Têkoşîna Rêbertî ya li Îmraliyê ya li dijî komployê dewam dike. Di heman demê de tevgera azadiyê ya gelê Kurd, tevgera jinê; em jî têkoşîna xwe dewma dikin. Em vê yekê weke têkoşîneke paradîgmayî, îdeolojîk, rêxistinî û dîrokî dibînin. Lewma têkoşîna li dijî komploya li ser Rêbertî têkoşîneke paradîgmayî afirand. Rêbertî dema ket Îmraliyê li ser vê bingehê paradîgma guhert, paradîgmayeke alternatîfê sîstema modernîteya kapîtalîst danî holê û alternatîfeke dîrokî afirand. Komplo ji vir şikand. Dema ku komplo hate kirin gel xwedî li Rêbertî derket, kadroyên tevgerê li girtîgehê, li çiyê, li derveyî welat, li hemû parçeyên Kurdistanê çalakî kirin. Çalakî hem ji ber xwe ve ahtin kirin hem jî çalakiyên fedaî hatin kirin.
Weke mînak wê demê dirûşmeya “Hûn nikarin Roja me tarî bikin” hebû. Hem li zindanan, hem di nav gerîla de û hem jî di nav gel de bi dehan kesan bedena xwe dan ber agir. Mînak, dayê Xatîce Falay, dayikên li Kobanê û di heman demê de bi dehan hevrêyên di girtîgehan de bedena xwe dan ber agir. Hevrêyên li qada gerîla jî bi awayekî fedaî çûn ser dijmin. Yanî li derdora Rêbertî xelekek mezin a agir çêbû. Di nav gel û kadroyên tevgera azadiyê de jî liv û tevgereke mezin çêbû. Bi van ve girêdayî, hem helwesta Rêbertî ya li Îmraliyê û li dadgehan, nêzîkatiya wî ya bo çareseriyê, xwedîderketina gel û gerîla ya li Rêbertî, armanca komployê ya ku dixwest Rêbertî bi fîzîkî bêbandor bike, vala derxist. Dûre bêguman di pêvajoya Îmraliyê de Rêbertî bi parêznameyên xwe yên pênc cildî re ji bo parastina hebûna gel xebateke pir girîng meşand.
Li ser vê bingehê di warê paradîgmada Rêbertî pêşketin û guhertinên nû pêk anîn; ji aliyê îdeolojîk û siyasî ve, bi taybetî ji aliyê paradîgmayî ve komplo hem hat rawestandin hem jî hat têk birin. Yanî komplo negihîşt armanca xwe. Lê dema ku em îro behsa komployê dikin, divê em vê jî bibêjin; mînak pêvajoyeke ku Rêbertî berî 2 salan dabû destpêkirin heye. Helwesteke wisa heye ku em hemû barî dîsa dixin ser milê Rêbertiyê. Rêbertî pêvajoyek da destpêkirin û ev pêvajo jixwe dewam dike. Lê belê hê jî tecrîda li ser Rêbertî heye. Hinek caran hinek kes diçin û tên lê tecrîd dewam dike. Di van 28 salan de, dibe ku bi ked û hewldanên Rêbertiyê re car caran tecrîd hatibe şikandin. Hinek hemleyên komployê bi vê rêyê hatin rawestandin. Lê tecrîd û rejîma ku li Îmraliyê ji bo tunekirina Rêbertî hatî ava kirin hê jî dewam dike. Dîsa jî, sekna Rêbertiyê ya li Îmraliyê, guhertina paradigmayî, berxwedana wî û rêyên çareseriyê yên ku danîn ber dewleta Tirk rê li ber komployê girt, lê komplo bi temamî ji holê ranebû. Hê jî em nikarin bibêjin komplo bi temamî bi dawî bûye.
Rêbertî got ku têkoşîna di şexsê PKK’ê û Rêber Apo de hat meşandin, bû sedem ku hebûna Kurdan bê qebûl kirin. Bi xwîna şehîdan, bi berdêlên giran ku gelê me dane, li hemû parçeyên Kurdistanê û bi taybetî li Bakurê Kurdistanê û metropolên Tirkiyeyê di encama têkoşîna 50 salan de, êdî cîhan neçar ma ku rastiya komployê bibîne. Cîhan êdî dibêje “Li vir geleki Kurd heye”. Lê statuyeke ku jiyana azad a gelê Kurd misoger bike hê çênedaye. Hebûn hat îspat kirin, hebûn hat rêxistin kirin lê jiyana azad a vê hebûnê hê jî di bin ewlehiyê de nîne. Statuya wê tune ye. Ji ber vê yekê di têkoşîna me de jî guhertin çêbûn. Guhertinên di pêvajoya Îmraliyê de jî guhertinên dîrokî yên pir girîng bûn ku Rêbertî di nav tevgerê de pêk anîn. Mînak, dema komplo çêbû Rêbertî dîl girtin û birin Tirkiyeyê. Plana wan ew bû ku “Di nav şeş mehan de dê tevger belav bibe”. Difikirîn ku bi girtina Rêbertiyê re dê di nav PKK’ê de bêhêvîtî û bêbaweriyeke mezin çêbibe û di nav şeş mehan de PKK’ê dê belav bibe û tesfîye bibe.
Di salên 2003-2004’an de plana tasfiyeyê ku di şexsê Ferhat Botan de derket holê jî bi destê hêzên derve hat meşandin. Di destpêka komployê de difikirîn ku tevger dê di şeş mehan de belav bibe. Lê dema dîtin ku tevger belav nebû, vê carê serî li rêyên din dan. Hem bi rêya hêzên hevkar yên di nav Kurdan de û piyonên dijmin, hem jî bi rêya hinek kadroyên di nav partiyê de di şexsê Ferhat Botan de xwestin xeteke tesfiyê pêş bixin. Lê di vê xalê de em dikarin vê bibêjin; rêxistina ku Rêber Apo ava kirî û kadroyên ku wî perwerde kirî, neketin lîstika komplogeran. Xeta Rêbertiyê û rêxistinbûna xwe parastin, têkoşîna xwe parastin û domandin. Hamleyên komployê gav bi gav ji aliyê dewleta Tirk, hêzên hegemonîk yên komployê, Emerîka, Îsraîl û Îngilîstanê ve hatin pêkanîn. Armanc ew bû ku di nav têkoşîn û gel de şikandinekê çêbikin, kadroyan belav bikin û bêbaweriyê biafirînin. Di vê rêyê de pir hamle hatin plankirin. Lê li hemberî vê, rêxistinbûna ku Rêber Apo ava kirî û xeta Rêbertiyê berdewam kir. Xeta fedaî hem di nav gel de hem jî di nav kadroyan de dom kir.
Rastiya PKK’ê li ser vê bingehê ji nû ve hat ava kirin. Rastiya şoreşa jinê jî di nav PKK’ê de bi vê rêyê hat ava kirin û pêş ket. Yanî hem ji aliyê paradîgma ve hem jî ji aliyê çareseriya alternatîf a Rêbertiyê ve; bi sernavên paradîgmayî yên weke civaka demokratîk, netewa demokratîk, azadiya jinê û ekolojiyê, rêxistinbûna civakî û têkoşîna civakî jî hat pêşxistin. Siyaset û rêxistinên demokratîk bi pêşengiya tevgera Apoyî li hemû parçeyên Kurdistanê û li derveyî welat hatin ava kirin. Şerê gerîla jî gihîşt asteke xurt. Êdî paradîgmaya Rêbertiyê, şoreşa jinê û destkeftiyên şoreşa bi pêşengiya PKK’ê bûn mîrasa hevpar a gelên Rojhilata Navîn û cîhanê. Hamleyên ku bûn wesîleya têk birina komployê; li ser bingeha perspektîf û berxwedana Rêbertiyê, têkoşîna gel, gerîla û kadroyên vê tevgerê hatin pêşxistin. Lê dîsa bibêjim; em nikarin bibêjin ku bingeha komployê bi temamî ji holê rabûye. Ji ber ku îro pêvajoyeke nû hat e destpêkirin.
Çî hêzên herêmî bin, çi dînamîkên di nav dewleta Tirk de bin, çi jî hêzên hegemonîk bin; gelek hêz di rastiyê de naxwazin têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd berdewam bike, statuya xwe ya jiyana azad û nasnameya xwe ya Kurd a azad misoger bike û statuyeke hiqûqî û siyasî bi dest bixe. Ji ber vê yekê îro jî Rêbertî hê di pergala Îmraliyê de dîle. Li hemberî Rêbertiyê hê jî tecrîd tê meşandin. Di nav geşedanên rojane de xetereya komployê bi hamleyên cuda û nû dewam dike. Di rastiyê de hem têkoşîna Rêbertiyê hem ya tevgera me û hem jî ya gelê me berdewam dike. Ji ber vê yekê divê em nekevin xefletê. Komplo hat vala derxistin, lê heta ku Rêber Apo bi fîzîkî azad bibe û statuya gelê Kurd li hemû parçeyên Kurdistanê misoger bibe, dê bingeha komployê ji bo komployên nû amade be. Divê em di vê mijarê de pir baldar bin. Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û statuya gelê Kurd, divê em têkoşîna xwe bê navber, radîkaltir û bihêztir bidomînin.
Bi vê wesîleyê ez dixwazim şehîdên ku di pêvajoya komployê de jiyana xwe ji dest dane jî bi bîr bînim. Şehîdên me yên ku gotin “Hûn nikarin Roja me tarî bikin” û hemû şehîdên ku di wê roja reş a 15’ê Sibatê de jiyana xwe ji dest dane bi hurmetî bi bîr tînim.
*Di pêvajoya Aşitî û Civaka Demokratîk de di bin banê Meclîsê de jî xebat hatin birêvebirin. Erdogan di daxuyaniya xwe de got, ‘Em li ser gotina xwe ne, hê jî tiştên ku divê em bikin, hene.’ Gelo tiştên ku divê werin kirin çi ne û li gorî we çima nakin?
Gelek caran e ku em vê pêvajoyê dinirxînin. Pêvajoyeke dîrokî ye. Pêvajoya 27’ê Sibata 2025’an, li gel banga Rêbertî ya Aşitî û Civaka Demokratîk hate destpêkirin. Bangeke Devlet Bahçelî çêbû. Piştre di pêvajoya Meclîsê de komîsyonek hate avakirin. Komîsyon xebitî, hemû kesan dît, nîqaş bi rê ve birin û raporek pêşkêş kir. Di naveroka raporê de rexne hebûn. Ev hemû li gel raya giştî hatin parvekirin. Piştre di bin banê Meclîsê de komîsyonek hate avakirin û çûÎmraliyê. Li wir li gel Rêber Apo hevdîtin hatin kirin. Têkildarî vê hevdîtinê raporek hate amadekirin. Lê belê ji raporê hin tişt derxistin, bi tirseke mezin naveroka hevdîtinê pênase kirin û li gel raya giştî parve kirin. Piştî vê yekê li Meclîsê ji bo birêvebirina pêvajoyê nîqaşên têkildarî avakirina desteyekê hatin kirin. Tiştên ku ji aliyê dewletê ve hatine kirin, ev in. Ji bo pêşketina pêvajoyê divê aliyê dewletê baweriyê bide tevgera me, gel û raya giştî. Divê pêngavên wisa werin avêtin ku mirov bi rastî jî bibêje; ‘’Ev dewlet cidî ye; wê ev pêvajoyê li ser bingeha aşitiyê bi rê ve bibe, wê mafên gelan misoger bike û di heman demê de dewleteke demokratîk ava bike.’’ Lê belê di vê xalê de vê baweriyê nade.
Her wiha em dikarin vê yekê bibêjin; hem ji aliyê Rêber Apo ve hem ji aliyê gelê Kurd û tevgera azadiyê ve aliyê ku pêngav avêtine bes em in. Yanî aliyê ku pêngavên stratejîk avêtine em û Rêbertî ye. Ji aliyê dewletê ve pêngavên stratejîk nehatine avêtin. Erê, li Meclîsê carekê ev mijar hate nîqaşkirin. Lê belê ev pêvajo li ser navê ‘’çareseriya pirsgirêka Kurd’’ yan jî ‘’demokratîkbûyîna Tirkiyeyê’’ nayê birêvebirin. Zêdetir îfadeyên weke ‘’Tirkiyeya bê teror’’, ‘’herêma bê teror’’ tên bikaranîn. Yanî gotina ‘’terorê’’ dîsa esas tê girtin. Di rastiyê de qaşo dewlet ji bo çareserî û aşitiyê nîqaşan bi rê ve dibe; diyalog û muzakereyan bi rê ve dibe lê belê tevî vê yekê jî pênaseya ‘’terorê’’ bi kar tîne. Ev ziman û zîhniyet nîşan didin ku dewletê pêngaveke stratejîk neavêtiye. Ev yek dibin sedema gumanan. Yanî me gelek caran anî ziman; gelê me û raya giştî vê yekê dizanin. Rêbertî piştî têkoşîna PKK’ê ya 50 salan, PKK fesix kir. Li dijî dewleta Tirk şerê çekdarî da sekinandin. PKK’ê jî ev yek di 12’emîn Kongreyê de qebûl kir û îlan kir.
Lê belê şertekî vê yekê hebû. Ji bo ku li hemberî dewleta Tirk şerê çekdarî bi temamî were sekinandin şert ev bû; diviya Rêbertî azad bibe. Diviya bi awayekî fîzîkî azad bibe û ji Îmraliyê derkeve. Em azadiya fîzîkî ya Rêbertî nabînin. Destûrê nadin ku heya rojnamevak jî biçe û pêre hevdîtinekê bike. Miameleya ku li girtiyekî normal tê kirin, nayê kirin. Mafê telefonê tune ye, mafê şandina nameyan tune ye. Mafê hevdîtina li gel malbatê ya heftane tune ye. Rojnamevanek, rewşenbîrek yan jî siyasetmedarek nikare biçe li gel Rêbertî hevdîtinekê bike. Tiştekî bi vî rengî tune ye. Bes me dît ku Heyeta DEM Partiyê mehê carekê diçe Îmraliyê û hevdîtinê dike. Di mijara hevdîtina rayedarên dewletê ya li gel Rêbertî de, em nizanin bê ka kengê û hevdîtinên çawa hatine kirin. Lê belê tecrîd bi dawî nebûye. Dixwazin tecrîdeke pir veşartî bidomînin. Lê belê di nava raya giştî de atmosfereke wisa diafirînin ku weke wê dewlet pêngavan biavêje, wê dewlet çareseriyê pêş bixe. Lê belê ziman neguherî, ‘’Teror, teror, teror.’’ Tim li ser gotina ‘’terorê’’ tev digere.
Ji aliyê me ve gavên jidil û cidî tên avêtin, pêvajo tê pêşvebirin. Ji aliyê Rêbertiyê ve jî heman tişt derbasdar e. Lê ji aliyê dewletê ve di rastiyê de mijûlkeriyek heye, qezenckirina demê heye. Di nav gel de nirxandinek heye, hem di nav me de hem jî di nav gel de gumanek heye; gelo hesabên hilbijartinê dikin, yan jî geşedanên li Rojhilata Navîn, rewşa Îranê, rewşa Yemenê, rewşa Iraqê dibînin û li gorî wê gavê diavêjin. Mînak, heke dewleta Tirk li ser pevçûnên ku Şerê Cîhanê yê 3’yemîn li Rojhilata Navîn afirandine tiştekî bike, beriya her tiştî divê meseleya Kurd a li hundir çareser bike. Dibêje “Ewlehiya eniya xwe ya li hundir xurt bikin”. Xurtkirina eniyê bi gotina “terorê” nabe. Xurtkirina eniyê tifeqa gelan e, tifeqa civakê ye. Demokratîkbûna dewleta Tirkiyeyê ye. Heke ev pêk neyên, ev pêvajo pêş ve naçe. Mînak, bi berdewamî barekî dixin ser milê me. Ji Rêbertiyê û tevgerê re dibêjin “Hûn gavê biavêjin”. Di vê mijarê de jî zimanekî pir bi nakok tê bikaranîn.
Dibêjin “Ev pêvajo pêş ve diçe”. Raste, li gorî mantiqê wan PKK’ê hat fesixkirin, me biryar girt ku em li dijî dewleta Tirk çekan bikar neyînin, desteyek hat ava kirin, hevdîtinên heyeta DEM Partiyê û hevdîtinên Îmraliyê berdewam dikin. Em vê dizanin. Lê tê gotin ku “Hûn vê gavê biavêjin, rojnamevan, ronakbîr, akademîsyen dê werin, heta Rêber Apo dê bikaribe bi rêxistina xwe re bi rehetî xebatê bimeşîne, ev pêvajo dê pêş ve biçe”. Tenê gotin hene. Meh derbas dibin lê di pratîkê de tu gavek tune ye. Tevî vê yekê, bi berdewamî weke merc ji me tê xwestin ku em gavên nû biavêjin. Li vir xapandinek heye. Yanî li vir lîstikek heye. Ji ber vê yekê divê gelê me baldar be. Divê ew kesên ku di hemû qadên me yên têkoşînê de têkoşînê dimeşînin jî baldar bin. Mînak, ji aliyê gel ve di demên dawî de hinek çalakî û meş pêş ketin. Bi berdewamî bang tê kirin; tê gotin “Divê Rêber Apo bi fîzîkî azad bibe, di nav me de be, divê em vê bibînin”. Lê tê gotin ku em li bendê bin, jixwe li Îmraliyê bi Rêber Apo re hevdîtin tên kirin, tevger jî jixwe pêvajoyê dinirxîne. Gavên wiha nayên avêtin.
Em nikarin hemû barî bixin ser milê Rêber Apo. Ne weke kadroyên ku li ser xeta Rêbertiyê dimeşin, ne weke tevger, ne weke gel û ne jî weke dostên me em nikarin vê bikin. Em nikarin bibêjin Rêbertî jixwe li wir her cure têkoşînê dimeşîne û xwe vekişînin aliyekî. Baş e, wê demê dê li derve çi bibe? Weke tevger em bi berdewamî dibêjin “Werin, em gavê biavêjin” lê heke di mercên Rêbertiyê de tu guhertin çênebe, ne gengaz e ku em jî gavên zêdetir biavêjin. Yanî xitimandina pêvajoyê dikeve rojevê. Aliyê ku vê xitimandinê diafirîne ne em in. Ji aliyê dewletê ve tê afirandin. Me her cure gav avêt. Mînak di mijara desteyê de, em dixwazin desteyeke ku em jê re dibêjin “Desteya Aştî û Siyasîbûnê” bê ava kirin. Lê ew bi rengekî din bi nav dikin; navê weke “desteya bêçekkirin û koordînasyona stratejîk” bikar tînin. Yanî qaşo dixwazin Rêbertî li wir cih bigire. Lê wêrekiya wan tune ye ku ji raya giştî re bi eşkereyî bibêjin “Abdullah Ocalan weke muzakerevanê vê pêvajoyê, weke Rêberê vê tevgerê dê di vê desteyê de cih bigire”. Vê yekê jî nikarin bînin ziman.
Baş e tu vê yekê nebêjî wê kî ji te bawer bike? Ji aliyê dewletê ve bi rastî jî dîsa deq û dolabek ketiye dewrê. Yan bi xwe bawer nakin ku wê ev pêvajo ser bikeve yan jî naxwazin bigihîje serkeftinê. Yan jî tirsên wê hene. Erê di nava dewletê de klîkên cuda hene hwd. însan fêm dike lê belê madem dewletê dest avêt pirsgirêkê wê demê divê pêngavên wêrektir biavêje. Ji ber vê yekê weke gel divê em di vê mijarê de baldar bin. Yanî divê tevgera Apoyî, hemû kadro û milîtanên ku di nava vê şoreşê de cih digirin, em bi xwe ên li ser xeta Rêbertî, dilsozên Rêber Apo, kesên ji Rêber Apo û tevgera Apoyî bawer dikin divê em destûrê nedin ku me bixapînin. Ger ji aliyê dewletê ve deq û dolabek hebe em dikarin bi têkoşîn û birêxistinbûna xwe wê pûç bikin. Yan jî ger ji aliyê dewletê ve niyetek hebe ji bo pêngavên wêrektir biavêje divê em cesaretê bidin wan. Ji ber vê yekê divê em nesekinin. Bo nimûne divê çalakiyên bê navber hebin, civak were birêxistinkirin. Pêvajo bi ser nekeve jî û ser bikeve jî di encamê de hewcehiya me bi civaka demokratîk û birêxistinkirî heye; yanî tişta ku em hewce ne ev e.
Em bibêjin çareserî pêş ket be em ê soyaseta demokratîk li ser kîjan bingehê bi rê ve bibin? Em ê li sercivaka birêxistinkirî, civaka demokratîk bi rê ve bibin. Em ê tifaqa gelan pêş bixin, bi taybetî di warê jinan de, di warê ciwanan de. Ya yekemîn ew e ku divê em giraniyê bidin birêxistinkirina civakê. Ya duyemîn jî ew e ku divê em vê pêvajoyê ji gelên li Tirkiyeyê re baş bidin naskirin û piştevaniya gelên Tirkiyeyê pêş bixin. Li eniya Tirkiyeyê jî, bo nimûne siyaseta dewleta Tirk çi ye? Hewl didin feraseteke bi vî rengî biafirînin; ‘’Va ye li gel tifaqê dikin, jixwe pêvajo berdewam dike, DEM Partî jî di rastiyê de li gorî hesabê AKP’ê tev digere.’’ Girêdayî vê yekê jixwe muxalefeta heyî perçe dikin. Dibin asteng ku werin li ba hev û desteserkirina şaredariyan jî berdewam dike. Dema ku hinekî dengê civakê derdikeve, muxalefet hêza xwe nîşan dide wan perçe dikin û îradeya wan dişkînin.
Aha ji ber vê yekê jî divê muxalefet, hêza muxalefeta civakî û civak ji vê yekê bawer bikin. Yanî ji bo têkoşîna demokrasiyê û têkoşîna avakirina komareke demokratîk piştgiriyê bidin vê pêvajoyê. Divê ew jî têkoşîna xwe bi awayekî zêdetir birêxistinkirî bimeşînin. Bi nimûne gelê me polîtîk e. Nirxandinên têkildarî ku desthilatdariya Tirkiyeyê vê pêvajoyê li gorî hesaba hilbijartinan bi rê ve dibe, hene. Hin kes dibêjin ku qanûna bingehîn hatiye amadekirin lê belê ev têkildarî, hilbijartinan e û ji bo pergaleke cuda yan jî tiştekî din amadekarî tên kirin. Ji bo ku desthilatdariya xwe zêdetir bidomîne, berdewam bike hesabên wan hene. Lê belê gelê me polîtîk e. Rayedarên dewletê jî, gelê Tirkiyeyê jî vê yekê dizane. Dizain ku gelê Kurd polîtîk e. Baş dizanin bê ka kî çi dike, wê dengê xwe bidin kî û çawa tev bigerin. Gelê Kurd bi deq û dolabên wan naxape. Lê belê divê em zêdetir baldar bin.
Ji ber vê yekê ji bo demokratîkbûyîna Tirkiyeyê, ji bo aşitiyê divê em li gel hemû hêzên mixalîf ên civakî yên li Tirkiyeyê, saziyan, rewşenbîran û hunermendan bi awayekî hevpar tev bigerin. Ji bervê yekê divê em zêdetir li ba hevûdu û divê hevdîtin û çalakî werin pêşxistin. Bi kurtasî divê em xwe giran nekin. Ji aliyê vê pêvajoyê ve talûke hene. Di nava Tirkiyeyê de jî, li herêmê jî û ji aliyê Rojhilata Navîn ve jî hin hesabên cuda hene. Kesên ku dixwazin em çekan nedanin hene. Dixwazin şer berdewam bike. Naxwazin aşitiya mayînde, ji pirsgirêka Kurd re çareseriyeke mayînde, bes ne ji bo Tirkiyeyê ji bo herêmê çareseriyek were peydakirin. Ji ber ku dixwazin gelê Kurd tim û tim bê statu, bê nasname, bê hiqûq û li gorî berjewendiyên hin kesan werin bikaranîn. Dixwazin li gorî berjewendiyên hêzan were bikaranîn. A niha gelê Kurd polîtîk bûye, êdî li hemberî deq û dolabên wan naxape. Lê belê ji bo bi temamî ji vê rewşê xwe rizgar bikin hewcehî bi statuyeke azad, Kurdê azad û Kurdistaneke azad heye.
Li Sûriyeyê be, li Îranê be, li Iraqê be, li Tirkiyeyê be; divê li hemû deveran bi nasnameya xwe, ji aliyê hiqûqî û siyasî ve hatiye naskirin û di nava dewlet û welatekî demokratîk û azad de jiyana xwe bidomîne. Ji ber vê yekê têkoşîna demokrasiyê, têkoşîna aşitiyê û çareserkirina pirsgirêka Kurd girêdayî hevûdu ne. Gelo wê welatekî demokratîk naskirina nasnameya Kurd îfade bike? Bo nimûne em li ser Sûriyeyê bisekinin. Gotin; ‘Em qebûl dikin ku gelê Kurd li serxakên Sûriyeyê yek ji gelên dîrokî û resen e.’ Tema te qebûl kir; lê belê mafê siyasî tune ye. Bes weke daxwazekê dimîne. Dibêjin ku ‘Kurd hene’ jixwe Kurdan xwe dane îspatkirin û hebûna xwe nîşan dane. Lê belê tu mafê zimanî, nadî, mafê hilbijartinê nadî, maf siyaseta demokratîk nadî, mafê perwerdeya bi zimanê xwe nadî, birêxistinbûna wan nas nakî û mafê parastinê nadî. Kurd hene, temam hene lê belê çawa hene?
Aha jiber vê yekê divê têkoşîna demokrasiyê, têkoşîna dewleta demokratîk, têkoşîna aşitiyê û têkoşîna misogerkirina mafên gelê Kurd bi hev re bên meşandin. Ev yek bes ne ji bo Kurdan ji bo hemû gelan derbasdar e. Ji ber vê yekê divê jin û ciwan zêdetir; hem ji aliyê pêşxistina tifaqa gelan û hêza dînamîzma civakî ve hem jî ji aliyê azadiya Rêbertî û misogerkirina vê pêvajoyê ve bi awayekî zêdetir û berfirehtir bi gelan re têkoşînê bimeşîne. Divê bi milyonan însan bibêjin ku ‘’Em dixwazin Rêber Apo li derve bibînin.’’ Ger ev yek pêk neyê em ê têkoşîna xwenedin sekinandin. Ger evyek pêk neyê em ê ji pêvajoyê bawer nekin. Bes girêdayî vê rastiyê em dikarin li welatekî azad bijîn. Ji bervê yekê divê em daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêbertî zêdetir bînin ziman û zêdetir zextê li dewletê bikin divê em têkoşînên piralî bidin meşandin.
*Dema ku em li rojeva Tirkiyeyê ya di van du hefteyên dawî de dinêrin, em dibînin ku li şûna nirxandina pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk, krîza fonê derketiye pêş. Yên ku tiştekî didizin û yên ku li ser vê diziyê digirin jî di nav dewletê de, li derdora desthilatdariyê ne. Hûn vê rizîbûnê çawa dinirxînin?
A rastî pergala dewletê di nava xwe de rizîbûneke dijî. Mînak, desthilatdarî her tiştî li derdora xwe kom dike, hemû derfetên jiyanê yên civakê ji destê wê digire û tenê dide beşekî diyar. Pergala dewleta Tirk hinekî bi vî rengî bûye. Ji navendekê tê rêvebirin. Her tişt navendî ye. Venêrîn û kontrola herêmî tune ye. Ji ber vê yekê hinek kesên derdora AKP’ê bihêz bûne, li ser bingeha malbatê xwe di nav dewletê de xurt kirine; berpirsiyariya dewletê yan jî desthilata ku dewletê daye wan ji bo berjewendiyên xwe bikar tînin. Em çawa bibêjin; her tiştê ku ya gel e didizin. Rizîbûneke pir cidî heye. Pergala dewletê bûye yeknavendî û antîdemokratîk. Mûxalefetê parçe dikin. Dengên ku desthilatdarî naxwaze, yên ku li derveyî siyaset û nêrîna wan in ku bi awayekî hewl didin nêrînên xwe bînin ziman, bêbandor dikin û parçe dikin. Bi rastî pergala edaletê jî tune ye. Ji ber vê yekê di nav pergala dewletê de avahiyek mafyawarî û çetewarî çêbûye.
Em ji aliyê edaletê ve bigirin dest. Doz, bûyer, kuştin, komkujî û bûyerên ku faîlên wan nediyar in yên berê çêbûyî, hem ji aliyê jinan ve hem jî ji aliyê hinek kesên di nav civakê de tên naskirin, dozên nû vedikin; qaşo dixwazin van dozan ronî bikin. Di mirov de gumanek wiha çêdibe; çima ev doz hat vekirin? Ev doz zêdetir li ser kîjan bingehê tê vekirin? Mirov difikire; gelo di nav xwe de şerekî wan heye? Yanî di nav desthilatdariyê de şerek di rojevê de ye? Hevdu tasfîye dikin, yan dixwazin hevsengiyên nû ava bikin? Yan bi rastî dixwazin bûyerên ku bi salan di tarîtiyê de mane, yên ku dewlet zanibû lê li ser nesekinye ronî bikin? Em bûyera Gulîstan Doku û Rojîn Kabaîş bigirin dest. Di bûyerên cuda cuda de kesên ku di nav dewletê de di demên diyar de rolên girîng girtine ser xwe, hene. Di rastiyê de her yek ji van li dijî têkoşîna me rawestiyane û dûre hatine tasfîyekirin. Li vir, bi rastî armanca daraza dewleta Tirk ronîkirina van bûyeran e, yan jî hesap xwestineke hundirîn heye?
Bi rastî rojeva fonê jî hinekî bi vî rengî ye. Yanî ne ji ber ku ew nizanin. Dizanin. Jixwe desthilatdarî pergala xwe dimeşîne. Lê niha dîsa di nav xwe de hesap xwestineke hundirîn derdikeve holê û ji ber vê yekê gel zirarê dibîne. Yanî bi dehan hezar mirov bûne mexdurê vê fonê. Ji ber vê yekê mirov bi giştî dikare vê bibêje; li hemberî van, divê civak seknekê nîşan bide, van bişopîne, nerazîbûneke civakî ava bike û mafên xwe bixwaze. Lê di rastiyê de pergal riziyaye. A rast avahiyek heye ku ev desthilatdarî li ser piyan digire û dibe sedem ku kesên di nav vê desthilatdariyê de welat talan bikin. Bi rastî jiyana gel vediguherînin mekanîzmayeke mêtingeriyê. Ji bo domandina desthilatdariya xwe, ji bo xurtkirina malbatên xwe û ji bo ku wan di nava desthilatdariya dewletê de xurtir bikin, rizîbûneke wiha çêdibe. Çetebûn heye, ev yek heta dibistanan jî belav bûye. Biçekbûna hinek kesan zêde bûye, rêxistinên mafyayê pir bûne, qaçaxçîtî zêde bûye. Pevçûnên di navbera hêz û rêxistinên mafyayê de jî pir zêde bûne.
Kuştina jinan, fihûş, sîxurkirin; lingekî van hemûyan di nav dewletê de ye. Yanî kesên ku di nav dewletê de ne, di nav vê desthilatdariyê de ne yan jî nêzîkî desthilatdariyê ne di rojevê de ne. Ev yek di rastiyê de nîşan dide ku pergala AKP’ê li ser bingeha yek zilam û yek desthilatdariyê hatiye ava kirin û tê meşandin. Êdî demokrasî, azadî û edalet bi temamî hatine tunekirin. Edalet li gorî desthilatdariyê kar dike. Çapemenî û azadiya xwe îfadekirinê li gorî berjewendiyên desthilatdariyê dimeşe. Aborî jî li gorî berjewendiyên desthilatdariyê tê rêvebirin. Yanî pergal di rastiyê de hilweşiyaye, lê dixwazin bi vê rêyê li ser piyan bimînin û di destê xwe de bigirin. Dixwazin civakê jî bi vê rêyê biperçiqînin. Ji ber vê yekê li hemberî van bûyeran divê têkoşîna komara demokratîk bê xurtkirin. Edalet tenê di komara demokratîk de dikare pêk bê. Li Tirkiyeyê ferqa di navbera xizan û dewlemendan de û di navbera gel û yên ku desthilata dewletê di destê xwe de digirin de roj bi roj mezintir dibe. Li hemberî vê desthilatdariya AKP’ê ya ku 23-24 sal in berdewam dike, ji bo ku ev rewş biguhere divê civak xwe rêxistin bike, xwedî li mafên xwe derkeve û daxwazên xwe bi awayekî bihêztir bîne ziman.
Mînak bala xwe bidin Spanyayê. Ji ber bûyerekê guherînek çêbû, nerazîbûnek pêş ket û Serokwezîrê Spanyayê yê li ser kar îstîfa kir. Lê niha kesek ku pir nêzîkî Erdogan e, rêveberê AKP’ê ye û wezîrtî kiriye, di rewşeke ku ev bûyer hê bi hemû aliyên xwe ve nehatiye ronîkirin de, dixwazin li pişta wê bisekinin û wê biparêzin. Yanî di navberê de dozek cidî tune ye, îstîfa tune ye, hesabdayînek ji raya giştî re tune ye. Ji ber vê yekê divê gel jî berteka xwe hinekî bêtir bi awayekî demokratîk bîne ziman. Ev desthilatdariya ku em li dijî wê ne di rastiyê de civakê talan dike. Pergala dewletê bûye mîna mafyayê. Pergala dewletê antîdemokratîk bûye. Pergala dewletê îradeya civakê ji holê radike. Bi rastî dixwazin pergaleke koletiyê ava bikin. Em vê nepejirînin. Ji ber vê yekê divê li dijî vê nerazîbûn zêdetir pêş bikevin. Kuştina jinan jî, kuştin û êrîşên li ser zarokan jî bi vê rêyê pêş dikevin. Mînak kes van bi rengekî rast û jidil lêkolîn nake.
Bûyerên mîna êrîşên li ser ciwanan û dibistanan çêbûn. Êrîşên li ser mamosteyan çêbûn, êrîşên li ser karkerên tenduristiyê çêbûn. Sedema vê çi ye? Sedema wê ya derûnî, civaknasî û aborî çi ye? Ev tê wateya ku ev siyaseta rizîbûyî ya dewletê êdî derbasî nav jiyana civakî dibe. Exlaqê civakî xerab dike. Ciwanan dikişîne nav rêxistinên mafya û çeteyan. Bi vî rengî nabe. Divê gel jî di vê qadê de parastina xwe di nav yekitiyê de pêş bixe, rêxistinbûna xwe ava bike û li hemberî vê pergala antîdemokratîk û rizîbûyî nerazîbûna xwe bîne ziman. Bi awayekî civakîtir û girseyîtir. Mînak li Fransayê nerazîbûnek heye, li Spanyayê nerazîbûna civakê heye; napejirînin. Asta wê cuda ye, rêbaza wê cuda ye, lê napejirînin, mafên xwe dixwazin. Lê di gelê Tirkiyeyê de mîna ku axa miriyan li ser hatibe reşandin, giranî ketiye ser dînamîka muxalefeta civakî. Êdî çi dibe bila bibe tê pejirandin, rewş pir xerab e. Jiyan nemaye, lê dîsa jî deng dernakeve. Bi vî rengî nabe. Ji bo afirandina guherînê divê civak jî li hemberî vê pergala riziyayî nerazîbûna xwe nîşan bide.
*Têkildarî nirxandinên we, li Amedê bi dirûşmeya ‘Em ji mêraniya jinan dikuje, fedî dikin’ ji aliyê mêran ve meşek hate lidarxistin. Gelo li gorî we ev meş, nêzîkatiya hin mêran axwerexnekirinê, nîşandana helwesteke ku îradeya jinan esas digire bi têra çareseriya pirsgirêkê dikin? Hûn vê helwestê çawa dinirxînin?
Bi têrê nake lê belê em bibêjin ku destpêkek e. Yanî têkildarî vê mijarê avakirina zîhniyetekê, nîşandana helwesteke eşkere û nîşandana seknekê girîng in. Ez hemû kesên beşdar bûne, pîroz dikim. Lê belê helbet divê lêpirsîneke kûrtir hebe. Divê were lêpirsîn bê ka serweriya mêran, aqilê mêran jiyaneke çawa li jinan ferz dikin. Divê were lêpirsîn ku zirareke çawa dide avakirina civakê, pêkvejiyanê û azadiyê çawa ji holê radike. Yanî li vir hem aliyê perwerdeyê hem yê nîqaşê hem jî yê ku divê hemû kes li ku bisekine, heye. Bo nimûne divê li cihê kar, li malê, di qada siyasetê de hemû mêr li cihên ku lê dijîn dest pê bike. Divê li gel jinan jiyaneke hevpar û azad çawa be, divê li gorî kîjan pîvanan were avakirin. Divê li gel xwe dide destpêkirin ku aqilê mêrê serwer hewceyî guherîneke mezin e, weke mêrekî vê lêpirsînê, vê guherîn û veguherînê bide destpêkirin. Bo nimûne gelek caran wisa tm gotin; bila jin were me azad bike, bila jin were û yekîtiya me ava bike. Bi vî rengî nabe.
Yanî erê, divê jin hem ji aliyê xwe ve guherînê pêk bîne hem jî guherîna mêran pêk bîne. Helbet divê perwerde, nîqaş û têkoşîn weke ya ku em bi rê ve dibin, berdewam bike. Lê belê bi taybetî divê kesên ji paradîgmaya Rêber Apo bawer dikin, weke mêrekî sosyalîst pîvana azadiyê li gel vê lêpirsînê li gel xwe bidin destpêkirin. Divê dimijarên têkilî û jiyanê de xebatan bi rê ve bibin. Û em bibêjin ku li hemberî jinan neheqî hene, li dijî jinan tundî heye. Divê li hemberî vê yekê jî berpirsiyariyek hebe û têkoşîn were meşandin. Lidarxistina çalakiyekê û nîşandana niyetê bi têrê nakin. Divê pêngavek were avêtin, destpêkek were kirin. Meha li pêşiya me, bo nimûne her sal 25’ê Mijdarê roja li dijî tundiya li ser jinan e û çalakî tên lidarxistin. Bo nimûne divê zêdetir mêr û ciwan beşdarî van çalakiyan bibin. Lê belê divê di nava jiyana rojane de bi taybetî serweriya mêran were teşhîrkirin, tundiya li ser jinan a ji aliyê mêran ve tê kirin, ferzkirina zîhniyeta mêran a weke polîtîkaya dewletê, paşguhkirina mafên jinan û teşhîrkirina avakirina malbatên klasîk a li ser bingeha serweriya mêran werin kirin.
Vê yekê di bin ‘’em mala xwe û malbata xwe diparêzin’’ de ferz dikin. Divê li dijî vê yekê hişmendiyek were avakirin, divê li dijî vê yekê têkoşîneke cidîtir were meşandin. Divê malbateke demokratîk çawa be? Divê civakeke demokratîk girêdayî wekheviya jin û mêran çawa be? Mêr çawa bin? Divê ev yek werin nîqaşkirin û ev zîhniyet were avakirin. Divê hem jin hem jî mêr bi hev re têkoşînekê bidin meşandin. Divê ciwan pêşengtiya vê yekê bikin. Bo nimûne divê ciwan û nifşê nû ji vê yekê re bibin mînak. Divê kesayeta jinan azad û kesayeta mêrê azad çawa bin? Divê têkiliya sosyalîst çawa be? Divê ciwan pêşengtiya vê yekê bikin. Divê di nava civakê de were belavkirin. Divê ev tim hebe; divê bes çend çalakî nebin. Yanî bo nimûne em dibînin ku li Bakur û Tirkiyeyê ev yek pêş ketiye. Ez vê yekê gelekî girîng dibînim.
Bi taybetî ji bo jinan xebatên weke “Nobeta Edalet û Hafızeyê” girîng in. Ji ber ku jinek tê kuştin, nûçe du deqeyan tê belavkirin û dûre di paşxaneyê de dimîne. Mînak, kujerê vê jinê kî ye, sedema vê çi bû, tiştê ku ew dehf da vê kuştinê çi bû? Gelo di vê derbarê de lêkolînek, teşhîrek, perwerdeyek tê kirin? Na. Ji bo ku kuştina jinan zêdetir nebin, di mijara sepandina cezayekî pir giran ji aliyê dewletê ve jî nayê nîşandan. Ji ber vê yekê çalakiyên wiha girîng in. Mînak di vê demê de ji bo girtiyan çalakî pêş dikevin, li dijî tundiya li ser jinê çalakî pêş dikevin. Divê hafızeyeke me hebe. Yanî bêyî ku em dev ji şopandina kuştina jinan berdin, weke tevgerên jinan, saziyên jinan û civak divê em têkoşîna xwe bimeşînin. Divê em rê nedin ku ev yek bê nixumandin û bêcezabûn çêbibe. Lê di heman demê de divê em zemîna vê tundiyê jî ji holê rakin.
Bi kurtasî divê kuştina jinan tenê bi rojevkirin yan jî bi rojeke tundiya li ser jinê re sînordar nemîne. Divê civakîtir bibe. Ji ber vê yekê bi taybetî di mijara perwerdeya mêran de divê em xebatan zêdetir bikin. Divê em têkoşîna hiqûqî pêş bixin. Divê jin parastina xwe ya rewa û rêxistinbûna xwe zêdetir pêş bixin. Di heman demê de divê em guherîna zîhniyeta mêr jî misoger bikin. Siyaseta dewletê û desthilata ku bi domdarî serweriya mêr ferz dike, tundiyê û zimanê tundiyê bikar tîne. Wek mînak ew ji bo pêvajoyê dibêjin “teror”, lê em dixwazin pêvajoya aştiyê derxînin pêş. Dibêjin “teror”, başe “teror çi ye?” Teror tundî ye, kuştin e, zext e. Zimanê ku dewlet bikar tîne jî zimanê tundiyê ye. Bêcezahîştina vê yekê li ser vê bingehê çêdibe. Di bingeha têkoşîna hiqûqî, siyasî û civakî de, divê zîhniyet bê guherandin.
Divê em zîhniyeta ku dewleteke serdest û desthilata serweriya mêr ferz dike ji holê rakin û zîhniyeteke demokratîk ava bikin. Divê em giraniyê bidin perwerdehiya mêran. Bi giştî jî ji bo vê yekê têkoşîneke civakî pêwîst e. Di vê qadê de jî divê em giraniyê bidin rêxistinbûnek berfirehtir, têkoşîneke bi zanabûn li ser bingeha xwerêxistinkirinê. Ez bawer dikim di pêvajoya li ber me de ev xalên ku min diyar kirine dê zêdetir pêş bikevin. Heke ev pêk werin, di heman demê de zemîna aştiyê di civakê de jî pêş dikeve û tê ava kirin. Ez hêvî dikim ku bi pêşengiya jin û ciwanan ev yek dê zêdetir pêş bikeve.







