'Li dijî êrîşên li hemberî ekolojiyê têkoşîn divê'
- 09:04 17 Cotmeh 2026
- Ekolojî
AMED - Aktîvîsta Tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamyayê Derya Akyol balkişand ser hilweşîna ekolojîk a li Kurdistanê tê jiyînê û diyar kir ku ev hilweşîn bandorek mezin li ser jiyan û keda jinê dike, jinan ji hilbirîn û nirxên çandî dûr dixe.
Hilweşîna ekolojîk ne tenê xwezayê jiyana civakî, çavkaniyên debarê, qadên jiyanê jî texrîb dike. Hilweşîna ekolojîk bandor li ser ked, beden û jiyana jinê jî dike û li dijî van êrîşên li hember qadên jiyanê têkoşîn bê navber didome.
Aktîvîsta Tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamyayê Derya Akyol diyar kir ku hilweşîna ekolojîk tenê wek texrîbkirina xwezayê nikare bê nirxandin û got ev hilweşîn li dijî nasnameyê ye jî.
‘Xweza bi armanca berjewendiyê tê bikaranîn’
Polîtîkayên rant û ewlehiyê
Derya Akyol wiha dirêjî dayê: “Erdnîgariya Kurdistanê bi hinceta polîtîkayên ewlehiyê tê texrîbrkirin û encamên texrîbata li Kurdistan û Tirkiyeyê bişibin hev jî sedemên wan cudane. Li seranserê Tirkiyeyê pergala kapîtalîst xwezayê dike alav, qada rantê. Aborî ne qadeke ji xwezayê serbixwe ye. Kapîtalîzm xwezayê wek çavkaniya aboriyê dibîne.”
Têkiliya jinan bi xwezayê re
Derya Akyol balkişand ser qirkirina ekolojiyê û got ev qirkirin texrîbateke mezin li ser ked û qadên jiyana jinê dike û wiha bi lêv kir: “Jin ji ber di civakêde her tim di plana dawî de tên hiştin, ji van pêvajoyan jî herî zêde ew bandor dibin. Qirkirina ekolojiyê texrîbatek mezin li ser jinan dike. Jin di qadên têkoşînê de ji ber vê di eniya herî pêş de cih digirin. Bi tunekirina qadên jiyanê re jin ne tenê ji hilberînê ji teşeyên hilberîna kevneşopî û bîra çandî jî tên qûtkirin. Bîr û veguheskarên hemû hiblrînê jin in. Jin dizanin ku tov kengê tê çandin, şîn dibe û mezin dibe. Ev zanîn nifş bi nifş heta îro hatiye.”
Li dijî êrîşan têkoşîn
Derya Akyol balkişand ser têkoşîna gel a ku li dijî êrişên li ser xwezayê tê dayînê û wiha domand: “Têkoşînên li dijî hilweşîna ekolojîk pir girîngin. Mîtîng, nobet û çalakiyên din tên kirin. Li Giyadîn li dijî madena zêr mîtîng pêk hat. Li Gimgimê 165 roje berxwedana kon didome. Têkoşîna parastina qadên jiyanê di heman demê de tê wateya parastina çand û ziman. Divê hişmendiyeke ekolojîk bê avakirin. Divê li dijî hilweşîna ekolojîk berxwedan di zemîneke hevpar û têkoşîna rêxistinkirî de bên gel hev.”








