'Divê jinên Kurd bi zimanê xwe piştgiriyê bigirin'
- 09:03 17 Cotmeh 2026
- Rojane
Melike Aydin
STENBOL - Ji tora Jinan a WAVE Elena Florîanî diyar kir ku divê jinên Kurd di mekanîzmayên li dijî tundiyê de bi zimane xwe xizmetê bigirin, piştgiriya wan bê kirin.
Li sernaserê Ewropayê yek ji pirsgirêka ku herî zêde jin rêxistinên jinan dijîn, xurtkirina mekanîzmayên piştevaniya femînîst û xwegîhandina xizmetê ya jinên rastî tundiyê tê ne. Ji Tora Jinan a Li Dijî Tundiyê ya Ewropayê (WAVE) Elena Florîanî, da zanîn ku ji 46 welatî dane kom kirine û li gorî van daneyan rêxistinên jinan heman prisgirêkan dijîn. Elena Florîanî got ku xizmetên tên dayîn têr nakin û divê ji bo hewcedariyên jinan ev xizmet bên nirxandin. Elena Florîanî got ku divê bi taybet jinên Kurd bi zimanê xwe xizmetê bigirin.
‘Di mafê jinan de şûndeketine heye’
Elena Florîanî diyar kir ku li sernaserê Ewropayê rêxistinên jinan li dijî pirsgirêkên bi vî rengî têdikoşin û got: “Li Ewropayê em ji 46 welatî daneyan kom dikin û lêkolînan dikin. Em welatên derveyê yekitiya Ewropayê jî tevli dikin. Ya em dibînin ev e ku pirsgirêkên ku rêxistinên jinan yênTirkiyeyê dijîn bi yên welatên din re wekhevin.Mixabin li gelek welatî rêxistinên jinan ji fînansmana pêwist bêpar tên hiştin.Di mafê jinan de şûndeketineke heye.”
‘Peymana Stenbolê çavkaniya sereke ye’
Elena Florîanî wiha pê de çû: “Jinên ku tundî li wan tê kirin divê xwe bigihînin piştgiriyê. Ji bo vê standardên navneteweyî girîngin. Peymana Stnebolê di vî alî de çavkaniya sereke ye.Peyman ji bo lêkolînkirina xizmetên li welatan pîvan e. Ev peyman li hemû Ewropayê derbasdar e. Feshkirina Peymanê a ji aliyê Tirkiyeyê ve tê wateya ku ev pîvan ji holê rakirine. Peyman di alî ku hesab bê dayîn de girîng e. Hêvîdarim ev peyman li Tirkiyeyê ji nû ve bikeve meriyetê.”
‘Jin piştî stargehê jî hewce bi piştgiriyê dibînin’
Elena Florîanî got ku xizmetên şaredariyan ên ji bo jinan girîngin û wiha dirêjî dayê: “Jinên ku ji stargehan vediqetin demek dirêj pisgirêkên xwegîhandina mekanîzmayên piştgiriyê dijîn. Jin ne tenê di rewşên lezgîn de divê her tim piştgiriyê bigirin. Jin piştî stargehan jî hewce bi piştgiriyê dibînin. Di mekanîzmayên piştgiriyê de astengiya ziman dibe pirsgirêk. Rêxistinên jinan ji bo çareseriya van rêbazên cuda pêş dixînin. Di asta ewil a serlêdanê de xizmeta pir zimanî girîng e. Di van xetên alîkariyê de gelek caran piştgiriya wergerê tê dayîn.”
‘Divê jinên Kurd bi zimanê xwe piştgiriyê bigirin’
Elena Florîanî balkişand ser rewşa jinên Kurd û wiha bi lêv kir: “Piştî ku di serlêdanê de xizmeta wergerê ji bo jinên bi zimanê diaxivin bê dayîn, xwegîhandina mekanîzmayên piştgiriyê jî hêsan dibin. Jinên Kurd jî di serlêdanan de divê bi zimanê xwe xizmetê bigirin. Divê di vê mijarê de piştgiriya jinên Kurd bê kirin. Divê pevçûn û tecrubeyên ji cih û warê xwe bûn jî li ber çavan bên girtin. Hewcedariyên jinan tenê ji ser ziman divê neyên nirxandin .Divê ew pêvajoyên din jî li ber çavan bên girtin.”







