‘Divê tecrîd bi dawî bibe’
- 09:02 17 Cotmeh 2026
- Rojane
Neslîhan Kardaş
ŞIRNEX - Jinan der barê azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de ji ajansa me re axivîn û diyar kirin ku divê tecrîd bi dawî bibe û aştî bi azadiya Abdullah Ocalan pêkan e.
Bi banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ya ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ ku di 27’ê Sibata 2025’an de kir, pêvajoyek hat destpêkirin û ev 20 meh in didome. Ji roja pêvajo hat destpêkirin ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve gavên şênber hatin avêtin û pêşketina dawî jî ev bû ku tevgerê hêzên xwe yên ji sînorê Tirkiyeyê hemû kişandin, piştî Zapê ji Metînayê vekişandin jî temam kirin. Bi vê gavê jî biryarbûna xwe ya ku derbasî asta siyaseta demokratîk bibin nîşandan. Li aliyê din jî yek ji daxwaza esas a pêvajoyê azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan e.
Jinên Botanê der barê mijarê de ji ajansa me re nirxandin kirin.
‘Mifteya aştiyê Birêz Ocalan e’
Hevseroka Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ya Cizîrê Aynur Elçîoglu da zanîn ku ev du sal in pêvajo didome û got: “Di çarçoveya pêvajoyê de em gelek carî bi gel re hatin gle hev. Gel piştgiriyê dide pêvajoyê û dibêjin dewlet gavên şênber navêje. Hîna jî ji bo azadiya birêz Ocalan tu gav nehatiye avêtin. Heta Serok azad nebe pêvajo nikare bimeşe. Gel ji dewletê bawer nake. Mifteya aştiyê Birêz Ocalan e. Heta ew azad nebe em yek jî azad nîn in.”
‘Tecrîd hîna jî didome’
Hevseroka Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya Hezexê Songul Erden jî diyar kir ku ji destpêka pêvajoyê heta niha Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan gelek gav avêtiye û wiha dirêjî dayê: “Heta niha PKK’ê jî gelek gavên girîng avêtin. Lê hîna dewletê tiştek nekiriye. Tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd didome. Divê ev tecrîd bidawî bibe.”
‘Heta Abdullah Ocalan azad nebe aştî jî ne pêkan e’
Dayika Aştiyê Nafiye Kurt jî wiha got: “Divê tecrîda li ser Abdullah Ocalan bi dawî bibe. Divê deriyên girtîgehan vebibin. Em ne şer, aştiyê dixwazin. Em azadiya serokê xwe dixwazin. Heta serokê me azad nebe em jî ne azad in. Bêyî azadiyê aştî jî ne pêkan e. Her tişt girêdayê azadiya serokê me ye.”
‘Bila nasnameya me bê nasîn’
Dayika Aştiyê Hatîce Durmuş jî bi lêv kir ku divê Abdullah Ocalan jî wek rêberê hemû gelan azad be û wiha dawî lê anî: “Divê Abdullah Ocalan û hemû girtiyên siyasî azad bin. Divê girtiyên nexweş bên berdan. Divê serokê me azad be. Em ji dewletê bawer nakin. Bila serokê me azad be û nasnameya me bê nasîn.”








