ROJEVA 30'YÊ COTMEHA 2026'AN

  • 09:00 30 Cotmeh 2026
  • Rojev
*Zayendperestî îdeolojiya desthilatdariya herî kevn a dîrokê ye û ji ber vê jî hedefa ewil a tundiya rêxistinirî jin û civaka li dora jinê ye. Di perestgehên dîroka kevn a beriya zayînê salên 12.000’î daneyên xurt ên şopa qirkirina jinê hene. Li şûna ev rewş wek dijminahiya mêr a li hember jinê bê destgirtin, civakên nêçîrê tekela tundî û destilatdariyê li ser klanên dayikê pêk anîne.  JINEOLOJΠ
 
*Berdevka Tevgera Jinên  Kurd a Ewropayê (TJK-E) Ayten Kaplan  da zanîn ku tevgera Kurd di çareçoveya pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de gelek gav avêtine lê dewletê bersiv nedaye û got: “Dewlet hîna hesaban dike. Ev piştgiriyê nade pêvajoyê.”
 
*Dayika Leyma Ardil a li Garê jiyana xwe ji dest da, Kudret Şîmşek wiha got: “Hemû şehîd zarokên min in. Çi were serê min jî ez li pişta keça xwe me. Berê jî me têkoşîna xwe diparast îro jî em diparêzin. Şehîdên me di dilên me de dijîn.” DÎMEN HEYE