Roja Rojava ya Cîhanê: Li Kobanê îradeya jinan serkeftin anî

  • 09:05 1 Mijdar 2026
  • Rojane
 
Gulîstan Gulmuş
 
RIHA – Berdevka Meclisa Jinan a Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Bedîa Emho, diyar kir ku wate û girîngiya 2'yê Mijdarê Roja Rojava ya Cîhanê ji bo wan gelek mezin e û got: “Berxwedan û fedakariya şehîd Arîn Mîrkan û her wiha têkoşîna Revanan li tevahiya cîhanê belav bû, îradeya jinan li vir hat îspatkirin û serkeftin anî.”
 
Êrişên ku çeteyên DAÎŞ’ê di 15’ê Îlona 2014’an de bi çekên giran li dijî Kobanê da destpêkirin, di demeke kurt de bûn sedema dorpêçkirina bajêr û koçberbûna bi hezaran kesî. Di 7’ê Cotmeha 2014’an de, dema ku êriş girantir bûn, Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan bi gotinên “Niha Kobanê ket, dikeve” diyar kiribû ku bajar dê bikeve. Lê tevî hemû van êriş û dorpêçan, berxwedana li Kobanê mezin bû. Ciwanên ku ji hemû parçeyên Kurdistanê û deverên cuda yên cîhanê hatin, beşdarî parastina Kobanê bûn. Berxwedana ku pêş ket, di 26’ê Çileya 2015’an de bi azadkirina bajêr ji DAÎŞ’ê bi encam bû.
 
Bi boneya 2’ê Mijdarê Roja Rojava ya Cîhanê, Berdevka Meclisa Jinan a Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Bedia Emho nirxandin kir.
 
‘Hem ji aliyê fîzîkî hem jî ji aliyê fikrî ve sînor hatin derbaskirin’
 
Bedia Emho di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser wate û girîngiya 2’ê Mijdarê Roja Rojava ya Cîhanê û wiha got: “Ez vê rojê di serî de li ser navê şehîdên şoreşê pîroz dikim. Ev roj rojeke gelek biwate û girîng bû, ji ber ku dema şer li Kobanê gur bû, me dît ku tevahiya cîhanê çawa rabû ser piyan û ciwanên me çawa hem ji aliyê fîzîkî hem jî ji aliyê fikrî ve sînor derbas kirin û hatin. Wê demê gelek ciwanan rûyê xwe ber bi vir, ber bi Kobanê ve kirin. Dema ku navê Kobanê tê gotin, rasterast Rojava tê bîra mirov, ji ber ku Kobanê ne tenê bajarek bû, cihê ku tevahiya Rojava temsîl dikir bû. Ev der gelek wateyan dihewîne, gelek ciwanên ku sînor derbas kirin û hatin, bêyî ku li Kobanê qedehek av vexwin, gihîştin şehadetê. Piştî biryara ku li Bakur ji bo Kobanê hat dayîn, 4 parçeyên Kurdistanê bûn yek. Ji 4 parçeyên Kurdistanê şervan hatin vir, rihê yekîtiyê li vir cara yekem hat îspatkirin. Ev gelek biwate û girîng bû.”
 
‘Ji fedakariya Arîn Mîrkanan heta têkoşîna Revanan…’
 
Bedîa Emho li ser berxwedana jinên Kurd a di şerê Kobanê de axivî û rojên berxwedanê wiha vegot: “Şerekî bêhempa hebû, her şervanê/î dîrokeke destanî nivîsand. Her yek ji wan çîrokên cuda nivîsandin, tevî  bêîmkaniyê wê derê, bi îrade û îdeolojiyeke mezin gihîştin serkeftinê. Rojava ji cîhanê re bû mînak û heta ku wekî roja cîhanê ya Rojava hat qebûlkirin. Di 19’ê Tîrmeha 2012’an de di nava şoreşê de şoreşek din hat jiyîn, bi heman awayî di sala 2013’an de damezrandina YPJ’ê hat ragihandin. Di têkoşîna ku di sala 2014’an de li dijî DAÎŞ’ê hat meşandin de, me dît ku şervanên jin bi deng, reng, tilîlî û têkoşîna xwe çawa li  ber xwe dan. Çeteyên DAÎŞ’ê nedixwestin bi destê jinan bên kuştin, digotin ‘Heke em bi destê wan bên kuştin, em nikarin biçin bihuştê.’ Berî çek û berxwedana xwe, wan bi tilîliyên xwe jixwe têkoşîneke bêhempa didomand. Di dîrokê de jin her tim wekî ‘bindest û bêîrade’ hatine pênasekirin, lê li Kobanê bi rola ku jinan girt ser milê xwe, nîşan dan ku ew berevajî vê pênaseyê ne. Berxwedan û fedakariya şehîd Arîn Mîrkan û her wiha têkoşîna Revanan li tevahiya cîhanê belav bû û îradeya jinan li vir hat îspatkirin û serkeftin anî.”
 
‘Em li benda pêkanîna entegrasyona demokratîk in’
 
Bedîa Emho êrişên ku hîn jî dem bi dem li Rojava didomin wekî hewldana tolhildanê ji destkeftiyên berê nirxand û wiha got: “Ez êrişên ku îro jî li dijî Rojava û Kobanê didomin, wekî hewldana tolhildanê ji têkoşîna ku di sala 2014’an de hat nîşandan dibînim. Erdogan derketibû û gotibû ‘Kobanê ket, dikeve.’ Lê îradeya ciwanan nehişt ku Kobanê bikeve. Îro jî em heman têkoşînê didin û em ê nehêlin ku Kobanê bikeve. Piştî peymana 29’ê Çileyê em li benda pêkanîna entegrasyona demokratîk in. Divê di rêveberiya nû ya Sûriyeyê de têkoşîna vê yekê were dayîn, em bi taybetî jin divê li wir cihê xwe bigirin. Em li benda wê ne ku entegrasyona demokratîk li ser bingeha xwedîderketina li van hemû bedelên giran û berxwedana şehîdan were pêkanîn.”
 
‘Bi saya Rêber Apo em hebûna xwe îspat dikin’
 
Bedîa Emho diyar kir ku bi paradîgmaya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan piştî Şoreşa Rojava li herêmê sîstemeke demokratîk ava bûye. Di derbarê vê yekê d wiha axivî: “Bi saya Rêber Apo em li vir hebûna xwe îspat dikin. Em careke din soza xwe nû dikin, em ê li Sûriyeya nû hebûna xwe bi awayekî qanûnî bidomînin û cihê xwe bigirin. Bi berdana çekan re em ê êdî siyasetê bikin. Ev roj di dîrokê de tu carî nayê jibîrkirin, ji ber ku li vir destanên dîrokî hatin nivîsandin. Tevî hemû îmkanên kêm, gelê Kurd li wir hebûna xwe parast. Em vê rojê careke din pîroz dikin, berxwedan jiyan e. Wekî ku Serok Apo jî gotiye, ‘Hêvî ji serkeftinê gelekî biqîmettir e.’”